Bi keviran êrîşî xwendekaran kir

Li bajarê Hesekê şêniyên taxa El Xiwêran û El Neşwa bi keviran êrîşî xwepêşanderan kir û xwendekar birîndar bûn.

Bi keviran êrîşî xwendekaran kir
Bi keviran êrîşî xwendekaran kir
Bi keviran êrîşî xwendekaran kir
Bi keviran êrîşî xwendekaran kir
Bi keviran êrîşî xwendekaran kir
4 mijdar, 2026   12:30
HESEKÊ

Xwendekarên bajarê Hesekê dema ku çerxerêya Kevokê ber bi avahiya parêzgeha Hesekê ve diçûn, çend kes ên taxa El Xiwêran û El Neşwa bi keviran êrîşî xwepêşanderan kir. Ji xwepêşanderan çend kes sivik birîndar bûn.

Xwendekarên bajarê Hesekê îro ji bo mafê xwe yê perwerdeya kurdî xwepêşandan li dar xist û xwestin derbasî avahiya parêzgeha Hesekê bibin. Lê Hêzên Ewlekariyê yên Hundirîn li ber wan girt.

(np)

ANHA