NY: Divê cezayê darvekirinê li Îranê rabe

Li ser paşxaneya bidarvekirina 4 kesan li Tehranê di roja înê de, NY′yê bang kir ku tavilê cezayê darvekirinê li Îranê rabe.

NY: Divê cezayê darvekirinê li Îranê rabe
30 kanûn, 2023   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsera mafên mirovan Volker Turk di parvekirineke xwe ya li ser platforma X′ê de mixabîniya xwe li ser bidarvekirina 3 mêran û jinekê li Îranê bi tawana sîxurtiyê ji Îsraîlê anî ziman û xebata dozgeriya li Îranê bi karesatê bi nav kir.

Volker Turk anî ziman ku bidarvekirina van kesan li gorî darizandinên necidî yên qanûnî pêk hatin û bang kir ku divê sînorek ji van bidarvekirinên li Îranê re bê danîn.

Pisporên NY′yê diyar kir ku desthilatên Îranê cezayên bidarvekirinê mîna alaveke çewisandina siyasî li dijî xwepêşandêr, muxalif û pêkhateyan pêk tînin û bang li desthilatên Îranê dikin ku destûr û qanûna cezayan biguherin, da ku bidarvekirin bê qedexekirin.

(fr)