Li Helebê di encama teqîna mayinekê de kesek hat kuştin

Li Helebê li ser rêyekê mayinek bi wesayîtekê de teqiya û di encamê de kesek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li Helebê di encama teqîna mayinekê de kesek hat kuştin
18 tîrmeh, 2026   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihand ku îro li nêzî bajarokê Beyanûn ê Helebê mayinek bi wesayîtekê de teqiya, di encamê de kesek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Duh jî li nêzî bajarê Dumêr ê gundewarên Şamê mayinek bi westayitekê de teqiyabû, di encamê de kesek hatibû kuştin.

(k)

ANHA