Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê banga alîkardayînê kir

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê ji bo piştgirî û alîkariya koçberên ji Efrîn-Şehbayê banga alîkariya lezgîn kir.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê banga alîkardayînê kir
4 kanûn, 2024   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Ewropayê bnag li şêniyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê kir ku piştgiriyê bidin koçberên ji kantona Efrîn-Şehba û Nibul û Zehrayê.

Di bangawaziyê de hate gotin: "Wekî tê zanîn di encama êrişa berfireh a komên çekdar a li ser Helebê bi dehhezaran malbatên Kurd ên gelê me yê Efrîna dagirkirî yên li kampên li Şehba û Til Rifetê diman, neçar man koçberî herêmên Rêveberiya Xweser bibin. Koçber ku piraniya wan zarok in di mercên gelekî dijwar ê serma û kêmbûna strangehan de li ber xwe didin. Tevî alîkariyên lezgîn ên ku Rêveberiya Xweer û komên gel pêşkêş dikin jî, lê têrê nake.

Ji bo kêmkirina êşa koçberan û dabînkirina pêdiviyên wan ên bingehîn, em Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê banga  li gelê me yê li Ewropayê dikin ku beşdarî pêngava alîkardayînê bibin."

Di daxuyaniyê de navnîşanên alîkardayînê jî wiha hatiye parvekirin:

Kreissparkasse Köln

Name: HSK Afrin
Reqema hesabê banga navneteweyî:DE 49 3705 0299 0004 0104 81
BIC / SWIFT: COKSDE33XXX

(bb)

ANHA