Koçberên Efrîn û Şehbayê gihîştin Cizîrê

270 malbatên koçberên kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê gihîştin Meclisa bajarê Hesekê û beşek gihîşt bajarê Qamişlo û Tirbespiyê. Koçber ê di wargehên demkî de werin bicihkirin.

4 kanûn, 2024   19:03
HESEKÊ

Koçberên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê, Heleb û Hemayê koçber bûne bi rêya deriyê Boasî yê kantona Tebqayê derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Girêdayî wê, Meclisa bajarê Hesekê pêşwaziya 270 malbatên koçber li çerxerêya Panorama ya taxa Xiwêran, kir.

Meclisê koçber di wargehên demkî de bi cih kirin û alîkariyên lezgîn ji wan re pêşkêş kirin

Heta niha Meclisa bajarê Hesekê 310 malbat pêşwazî kirine û bi cih kirine.

Beşek ji koçberan gihîşt bajarê Qamişlo û yê Tirbespiyê jî.

Li bajarê Amûdê jî 14 malbat (60 kes) li gundê Qezalçox hatin bicihkirin.

Li gorî amaran, heta niha zêdetirî 30 hezar malbatên ku ji kantona Efrîn û Şehbayê, Heleb û Hemayê koçber bûne gihîştine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo destekdayîna wan Rêveberiya Xweser û welatiyên herêmê bi rêya însiyatîfan alîkariyan pêşkêş dikin.

(mh)

ANHA

Hesekê

Tirbe sipiye