Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serldaneke din kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serldaneke din kir
29 tebax, 2024   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 42 meh e nikarin agahiyekê ji muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan wergirin. Parêzeran careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.