MSD’ê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir

MSD’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera 7’an a damezirandina Rêveberiya Xweser de diyar kir ku Rêveberiya Xweser stûnê bingehîn ê cenga parastina Sûriyeyê, ewlehî û siberoja wê ye. MSD’ê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk jî banga hevgirtin û diyalogên cidî kir.

MSD’ê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir
6 îlon, 2025   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk  (MSD) bi boneya salvegera 7’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.

MSD’ê di daxuyaniyê de salvegera 7’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser li gelê Sûriyeyê, bi taybetî li bakur û rojhilatê welêt pîroz kir û destnîşan kir ku "Ezmûna Rêveberiya Xweser vîna hemû pêkhateyan a ji bo birêvebirina kar û barên xwe û avakirina nimûneyek demokratîk a berfireh a ku xwestekên Sûriyeyan ên azadî, rûmet û aramiyê nîşan dide, xurt kiriye."

Berdewama daxuyaniyê wiha ye:

"Ezmûna Rêveberiya Xweser bi înîsiyatîfek hevbeş a hemû pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen, Tirkmen, Çerkez û pêkhateyên din ên etnîkî û olî, hate destpêkirin. Ev pêngava dîrokî vîna jiyana hevbeş û parastina cihêrengiyê rave kir. Inîsiyatîfa  bi rêya damezrandina pergalek rêveberiya navxweyî ku vîna gel nîşan dide û xwestekên wan diyar dike, wekî bersivek siyasî û civakî ji bo aloziyên serdema heyî û  dagirtina valahiya heyî, hat.

Piştî ku keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li hemberî rêxistinên terorîst bi taybetî jî li dijî DAIŞ’ê de berdêlên giran dan, Rêveberiya Xweser weke çarçoveyeke sazîbûnê derket holê. Rêveberiya Xweser îsbat kir ku dikare civakê biparêze û kar û barên wê bi rêxistin bike. Rêveberiya Xweser rêgezên demokrasî, beşdarbûn û wekheviya zayendî nîşan da û bûye modelek bêhempa, ku dikare di ser wê çareseriyeke nîştimanî ya berfireh were avakirin.

Rêveberiya Xweser di dirêjahiya 7 salên xwe de, di warê bicihanîna aramiyê, avakirina saziyên sivîl, xizmetguzarî, dadwerî û rêveberiyê de, her wiha  di aliyê misogerkirina beşdariya berfireh a jin û ciwanan di navendên biryardayinê de destkeftiyên berbiçav bi dest xistine. Di heman demê de têkoşîna li hemberî teror û tundrawiyê didomîne. Ji ber vê yekê bûye stûnek bingehîn di cenga parastina Sûriye, ewlehî û pêşeroja wê de.

Em salvegera 7’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz dikin. Carek din em teqez dikin ku em ê têkoşîna çareseriya siyasî ya Sûriyeyî-Sûriyeyî ya giştî ya li ser bingehên demokasî, nenavnedî, edalet û wekheviya di navbera hemû welatiyan de bidomînin. Li ser vê yekê em bang li hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyeyî dikin ku ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ya pirrengî, demokratîk, ewle û adilane hevgirtî bin û diyalogên cidî pêk bînin."

(bb)