Nûnerên Hesekê û Kobanê yên Meclisa Gel tên diyarkirin

Îro nûnerên bajarên Hesekê, Qamişlo û Kobanê ên Meclisa Gel tên diyarkirin. Hin hêz û partiyên kurdî nerazîbûn nîşanî mekanîzmeya heyî ya hilbijartinan dan ku wekî berdewama siyasetên paşguhkirin û dûxistina gelê Kurd bi nav kir.

Nûnerên Hesekê û Kobanê yên Meclisa Gel tên diyarkirin
24 gulan, 2026   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyonên hilbijartinê yên ku berê hatibûn avakirin îro nûnerên Hesekê, Qamişlo û Kobanê yên Meclisa Gel hildibjêrin.

Hola civînan a avahiya rêveberiyê ya parêzgeha Hesekê, navenda çandî ya kevin, her wiha avahiya Sendîkaya Endazyaran a Qamişloyê wekî navendên dengdanê hatin destnîşankirine. Li bajarê Kobanê yê girêdayî parêzgeha Helebê jî navendek hatiye diyarkirin.

Li Hesekê dê ji 15 endaman 9 endam werin hilbijartin. 5 endamên din dê ji aliyê serokê hikumeta demkî ve werin tayînkirin. Beriya niha nûnerê bajarê Serêkaniyê hatibû diyarkirin. Li bajarê Kobanê jî dê 2 kes werin hilbijartin.

24 partiyên kurdî nerazîbûn nîşanî mekanîzamey hilbijartinên da û wekî berdewama siyasetên paşguhkirina gelê Kurd bi nav kirin. Partiyan diyar kirin ku sînordarkirina nûnertiya Kurdan bi 4 kursiyên lawaz ji nav 210 kursiyan xapandineke eşkere ye li ser rastiyên demografî û siyasî yên li ser erdê.

Piştî ku rejîma Esed ket û Heyet Tehrîr El Şam bû desthilatdar, hilbijartin bi rêya tayînkirinan ji aliyê komîsyona hilbijartinan û serokê hikumeta demkî ve tên kirin.

Hejmara endamên Meclisa Gel 210 endam in, ji wan 70 ji aliyê serokê hikumeta demkî ve tên diyarkirin.

(bb)