ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-05-2026
24 gulan, 2026   02:00

Jinên ji Dirbêsiyê got heke Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe dê edalet pêk were û aştî çêbe. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînerê ziman û wêjeya kurdî Arşek Baravî got Biryarnameya 13`emîn têrê nake ku zimanê kurdî di destûrê de bibe zimanekî fermî. BI WÊNE Û DÎMEN

Parêzer Mesûd Xelef El Mele anî ziman ku divê bi lez li Sûriyeyê destûreke demokratîk were nivîsandin ku dawîn li qeyranan bîne, jiyana siyasî bi rêxistin bike û baweriyê di nava sûriyeyiyan de çêke. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan bi hikumeta demkî re civiya da ku mekanîzmayên karê hevbeş diyar bikin û sîstema rêvebirina xebata xwe zelal bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Medyaya erebî nivîsî ku zêdebûna hejmara çeteyên Uygur li bakurê Sûriyeyê fikaran zêde dike, her wiha bandorên şerê Îranê jî bû rejeveya medyayê.

Li bajarê Hesekê dengdana ji bo hilbijartinên Meclisa Gel A Sûriyeyê dest pê dikin, 8.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk der barê peymana 29`ê Çileyê de, li navenda xwe ya li Hesekê panelekê li dar dixe. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Çandî ya Suryanî li basekê bi boneya salvegera damezrandina xwe çalakiyekê li dar dixe. 18.00 BI WÊNE Û DÎMEN