Nûnerên eşîran: Divê hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re dest bi diyalogê bike

Beşdarên civîna Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re dest bi diyalogeke cidî bike.

25 gulan, 2024   16:05
HESEKÊ

Di 2`yemîn civîna Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de gelek axafitn hatin kirin. 

Metranê Dêra Ortodoks a Cizîr û Firatê Morîs Emsîh got: "Hezkirin û biratiyê hişt em îro li vê cîhê pîroz kom bibin. Em banga diyalogêû Sûriyeya hevgirtî dikin.”

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk Foza Yûsif axivî û got: "Em îro ji cîhanê re radigînin ku gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêkvejiyan û biratiyê bi pêş dixe û hewl dide jiyaneke nû ava bike da ku ji bo Sûriyeyê tev de bibe model.”

‘JINAN ROLEKE SEREKE DI AVAKIRINA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DE LÎST'

Endama Koordînasyona Kongar Star a Rojava Şîraz Hemo got: "Ev hevgirtina civakî, berhema muzayîka çandî û civakî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Doza me ya sereke, sepandina ewlehiyê, aştiyê û edaletê ye. Jinan jî roleke sereke di vê doze de lîst û di projeya neteweya demokratîk de bû hêmaneke sereke."

Endamê rêveberiya Hevgirtina Al El Beyt Sînan Şêx Seydoş jî got: "Ka me careke din bibin yek, pirsgiêkên xwe nîqaş bikin û çareser bikin. Pêvajoya bê, hesas e û divê em jiyaneke ewle û aram peyda bikin."

Bi navê civaka êzidî Ilyas Seydo axivî û kêfxweşiya xwe bi beşdariya di civînê de anî ziman û got: "Bi saya şehîdan, em li vir kom bûne û di nava aştiyê de ne."

Li ser navê pêkhateya asûr Waêl Mîrza axivî û got: "ev tablo, bingeha avakirina Sûriyeya nû ye. Em li ser bingeha biratiyê îro kom bûn. Çavên her kesî li vê civînê ye ku bi encamnameyekê bi dawî bibe da ku fitneyê di navbera pêkhateyan de ji holê rake."

Li ser navê qebîleya Tay şêx Hesen El Ferhan El Tay axivî û got: "Em ê li kêleta QSD`ê bin û Rêveberiya Xweser biparêzin."

’EV CIVÎN NAMEYA TEVAHÎ GELÊ ME YE’

Bi navê qebîleya Begara Hacim El Beşîr got: "Ev civîn ji bo tevahî gelê me nameyeke. Gelek daxwazên gelê me hene. Yek: Tevahî jinên sûriyeyî ji kampa Holê werin derxistin. Ji civîna li Eyn Îsayê ve em vê daxwazê dikin. Em li ser îsrarê dikin. Ya duyemîn; em teqeziyê li ser gotina Mazlûm Ebdî ya der barê efûyê de dikin."

Bi navê qebîleya Igêdat Mehmûd El Helef piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û diyar kir ku ew li dijî tevahî hewldanên derxistina fitneyê ne û bi Rêveberiya Xweser re ne.

’EV CIVÎN JI BO AVAKIRINA SÛRIYEKE NÛ PÊNGAVEK E ’

Bi navê eşîrên Beraziyê Salih El Elî got: "Bi navê Kobanê û berxwedana wê em teqez dikin ku ev civîn ji bo sûriyeke yekûbyî ya pirrengî ya nenavnedî ye. Armanca jê xurtkirina têkiliyên pêkhateyên Sûriyeyê ye. Em bi hêv ne ku ev civîn ji bo avakirina sûriyeke nû bibe pêngavek."

‘DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ BI RÊVEBERIYA XWESER RE RÛNE’

Bi navê qebîleya Cibûr Ekrem Mehşûs anî ziman ku ew li vir kom bûne da ku nameya hevgirtina pêkhate û eşîrên herêmê nîşanî cîhanê bikin. Mehşûş bang li dewletên mezin kir ku li hemberî kiryarêb dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê bidin gelên herêmê.

Ekrem Mehşûş her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogan pêk bîne.

(şx)