Encamnameya civîna yekîtiya eşîr û pêkhateyan: Destê me ji aştiyê re vekirî ye  

Di encamnameya civîna Yekîtiya Eşîr û Pêkteyan ku ji 10 xalan pêk de hat gotin: “Destê me ji aştiyê re dirêj e. Mejiyê me ji bo diyalogan vekirî ye. Bi aştî û diyalogê em dikarin têkiliyên baş bi gelên herêmê û welatên wan re ava bikin. Em bangawazên diyalog, ewlehî û avakirinê ne.”

Encamnameya civîna yekîtiya eşîr û pêkhateyan: Destê me ji aştiyê re vekirî ye  
Encamnameya civîna yekîtiya eşîr û pêkhateyan: Destê me ji aştiyê re vekirî ye  
Encamnameya civîna yekîtiya eşîr û pêkhateyan: Destê me ji aştiyê re vekirî ye  
25 gulan 2024   16:07
HESEKÊ

Duyemîn civîna Yekîtiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê ku bi dirûşma "Ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî, diyalog, ewlekarî, avakirin" li Hesekê pêk hat, bi encamnameyekê bidawî bû. 

Di encamnameyê de girîngiya diyalog, wekhevî, azadî û têkoşînê careke din hat vegotin, li ser pergala rêveberiya xweser hat rawestîn û ji bo aştî û aramiyê banga diyalogê li tevahiya Suriyeyî û gelên herêmê hat kirin.

Encamname ji aliyê şêxê qebîleya Şemer, Mani Deham El Hadî ve hat xwendin.

Encamnameya ku biryarên hatine girtin wekî 10 xalan hatine rêzkirin, wiha ne:

"Me eşîr û û pêkhateyên Sûriyeyê, 25`ê Gulanê civîna xwe ya duyemîn bi dirûşma ‘Ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî diyalog, ewlekarî, avakirin’ li bajarê Hesekê li dar xist.

Di demeke ku li dijî Sûriyeyê, erdnîgariya wê, hevgirtina wê ya nîştimanî û cihêrengiya wê ya resen û dîrokî zehmetiyên mezin derdikevin de, ev civîn li gel şert û mercên hesas û girîng pêk hat.

Her kes dizane pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina rûmet û xaka xwe li hemberî terorê û êrişa dewleta Tirk a dagirker fedakariyên mezin kirine. Pêkhateyên herêmê ji bo ku tevna xwe ya niştimanî û civakî, aştiya navxweyî biparêzin, ji bo ku xwe bi vîna xwe ya azad a li ser bingeha yekîtî û ciherengiyê bi rêve bibin, Rêveberiya Xweser ava kir. Jina azad rola xwe ya pêşeng û çalak di sazûmaniya vê rêveberî û ragihandina wê de lîst. Divê em destkeftiyeke nîştimanî û demokratîk bi rêya hevpeymana wê ya civakî pêş bixin û xurt bikin. Hevpeyama civakî, rêgezên Rêveberiya Xweser, vîna wê ya rasteqîn di birêvebirina kar û barên herêmê de diyar kir. Her wiha danî ser rêya wê ya qanûnî û rêveberiya rast. Dîsa teqezî bi parastina mafên mirovan, qanûnên navneteweyî û diyarkirina siberoja zarokên herêmê kir.

Hilbijartin li pêşiya me heye. Em bang li pêkhateyan dikin ku bi awayekî çalak tevlî bibin û namzetên herî jêhatî, layîq û guncew hilbijêrin da ku ji Rêveberiya Xweser û pêkhateyên civakî re xizmetê bikin.

Divê em rola destanî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn jibîr nekin û silav bikin. Ev hêzên ku ji cwanên pêkhateyên civaka Sûriyeyê pêk tên bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, di oxira tunekirina terorê de têdikoşin û li ber xwe didin.

Terora navneteweyî, wek rêxistineke bîrdozî, siyasî û leşkerî hîna bi dawî nebûye. Hiştina DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî, her wiha bi hezaran çeteyên herî xeternak û malbatên wan ên di kamp û girtîgehan, xetereyeke rasteqîn û cidî li ser herêmê û cîhanê çêdikin. Ev çete hewlên dîtina çareseriyan ji aloziya Sûriyeyê re asteng dikin.

Careke din em dibêjin, tenê bi lêgerîna cidî ya li çareseriyan, bi beşdarkirina Rêveberiya Xweser di civînên navneteweyî yên bi armanca dîtina çareseriyên bingehîn û giştî de, bi pêkanîna edaletê ji malbatên qurbaniyan re, her wiha bi pêkanîna edalata civakî û navnteweyî em dikarin bêjin ku me dawî li pergala terora navneteweyî anî.

Dagirkerî, li pêşiya hewldanên çareseriya aloziya Sûriyeyê kelema sereke ye, hê jî aloziyê bi rêya siyasetên xwe, koçberkirin û guhertina demografiyê, kiryarên xwe yên rojane ku piraniya wan dighêje asta sûcên şer û sûcên dermirovî girêktir dike. Divê ev dagirkerî bi dawî bibe û bandorên wê ji rolê werin rakirin da vegereke ewle ya bi garantiya navneteweyî û mafên mirovan, misoger bibe.

Di vê civînê de em rola eşîr û pêkhateyên Sûriyeyê silav dikin. Eşîr û pêkhateyan ji her kesî re îsbat kirin ku hêza rasteqîn a aktîf ve ku dikare aştiya navxweyî pêş bixe, biratiya gelan û yekitiya çarenûsî pêş bixe. Bi hezkirin, hevgirtin û tifaq xwe dikarin hêman û faktorên çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re peyda bikin, aştiyê û ewlehiyê li Sûriyeyê û herêmê bisepînin.

Em bang li tevahî sûriyeyan dikin ku dûrî tundî, şerê navxweyî yê di navbera gelê yekê welatî bikevin, hevgiritna nîştimanî biparêzin, ji bo diyalogên navxweyî yên sûriyeyî-sûriyeyî hewayên ewle û çalak biafirînin, civîneke nîştimanî ya giştî li dar bixin û berjewendiyê Sûriyeyê yê bilind û dozên wê yên nîştimanî di ser her tiştî re bigirin. Li ser vê yekê em dibînin ku ev rol ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) tê xwestin ku wekî çarçeoveyeke siyasî û civakî ye, hemû partî, saziyên civakî, etnîkî û kesayetên mutewazin digire navxwe ku bibe sîwana Sûriyeya nîştimanî ya yekbûyî.

Careke din em bang dikin neyên siyasetên dijber ên bi armanca derxistina fitine, fikar û têkbirina ewlehiya di bin sîwana destkefiyên me yên nîştimanî yên sûriyeyî. Ev destkeft zemîn û bingeha pêşxistin û avakirin û derxistina Sûriyeyê ji aloziyê ye.

Ji vê menberê, Komkara Dewletên Ereban di serî de em bang li welatên Ereban dikin ku rola xwe di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de bilîzin. Di heman demê de em bang li Yekitiya Ewropa û saziyên navneteweyî dikin ku eleqe û role bidin hêzên nîştimanî yên sûriyeyî yên rasteqîn ên çalak li ser erdê”.

Di encamnameyê de biryarên ji civînê derketine jî wiha hatin rêzkirin:  

“1-Destê me ji aştiyê re dirêj e. Mejiyê me ji bo diyalogan vekirî ye. Bi aştî û diyalogan em dikarin têkiliyên baş bi gelên herêmê û welatên wan re ava bikin.

2-Rijandina xwîna sûriyeyiyan bi destê sûriyeyiyan heram e. Em bangawazên diyalog, ewlehî û avakirinê ne.

3-Em terorê red dikin, têkoşîna li hemberî wê girîng e. Em nîjadperestiya li ser esasê neteweyî, olî û zayendîperestiyê red dikin.

4-Bi nirxên demokrasî, mafên mirovan û azadiya welatiyan bawerin.

5-Sûriye welatekî yekbûyî yê nenavendî ye, têra hemû pêkhateyên wê dike.

6-Têikdarî kesên destê wan di qetilkirina sûriyeyiyan de tune ye, ji bo efûyeke giştî kar were kirin, dûre tevli civakê bên kirin.

7-Li gorî derfetên li ber dest û li gorî pêwîstiyan xizmetên jiyanî yên rojane werin pêşxistin.

8-Girîngî bi qada çandinî, berhemên sewalan û beşên din re were dayîn.

9-Mijara koçberên li kampan û komên din ên ku dixwazin vegerin warê xwe li ber çavan were girtin.

10-Bi hemû rêbaz û derfetan li dijî madeyên hişbir ku li ser siberoja gelê Sûriyeyê xeteriyê çêdikin, têkoşîn."

(şx-bb)

ANHA