Nûnerê Yekitiya Êzidiyan: Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkirin

Nûnerê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Ziyad Rûstem da zanîn divê mafên Êzidiyan di destûra Sûriyeyê de werin naskirin û parastina wan mîsoger bibe.

Nûnerê Yekitiya Êzidiyan: Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkirin
17 sibat, 2026   02:35
HESEKE
BILIND HECÎ

Nûnerê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Ziyad Rûstem ji ajansa me re axivî û got ew dixwazin di destûra Sûriyeyê de mafên Êzidiyan werin û hebûna ola wan werin naskirin.

Rûstem di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku civaka Êzidî yek ji pêkhateyên resen ên herêmê ne û wiha got: “Em weke gelê Êzidî me di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de xwestibû ku hebûna olê Êzidî were naskirin. Gelê Êzidî yek ji pêkhateyên resen ên herêmê ye. Divê ev yek di hemû destûrên ewlehî û rûmeta hemwelatiyan garantî dike, were belgekirin. Ne tenê di axaftinê de bimîne, divê Şam û dewletên li ser zagonên navneteweyî serwer in vê yekê fermî garantî bikin. Bendên di destûrê de divê pêk bînin û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê garantî bikin.”

Ziyad Rûstem diyar kir ku divê projeya Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyeyê pêk were û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji destpêka şoreşê ve modêla Rêveberiya Xweser mînak bû. Nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di rêveberiyê de hebûn û Êzidî di Rêveberiya Xweser de çalak bûn. Divê ev proje li tevahiya Sûriyeyê pêk were. Êzidî li tevahiya Sûriyeyê hene ji ber vê yekê divê di destûrê Sûriyeyê de mafên hemû gelan garantî bibe.”

Rûstem têkildarî civaka Êzidî wiha got: “Êzidî ji ber ku Kurd in û ola wan êzdayetî ye, her tim zilmeke mezin li wan hatiye kirin. Me ev yek li Şengalê, Efrîn û Serekaniyê dît. Di şer de destdirêjî li wan kirin û dest danîn ser hemû mal û milkên wan. Ji ber vê yekê divê gelê Êzidî ji her kesî zêdetir were parastin.”

Nûnerê Yekitiya Êzidiyan li ser girîngiya demokrasiyê li Sûriyeyê wiha got: “Girîngiya demokrasiyê li Sûriyeyê çavkaniya xwe ji berê digire. Civaka Sûriyeyê dûrî olperestî û mezhebperestiyê bi hevre jiyan dikirin. Di feraseta demokrasiyê de divê neyê gotin kêmnetew. Azadiya ol û baweriyê mafê hemû hemwelatiyan e. Ji ber vê yekê divê sîstema demokratîk jiyanî bibe û gelê Êzidî bi hemû gelên dîtir bi ewle û aştiyane bijîn.”

Ziyad Rûstem di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Gundên Êzidiyan li Efrînê heyanî Serekaniyê û Şengalê li ser sînor in. Di şer de her tim rêbazên tundr”w li hemberî wan didin bikar anîn. Ji ber vê yekê divê di Sûriya siberojê de demokrasî hebe. Berî 50 salan û dema medyay dijîtat tune bû, rewşa Sûriyeyê ji niha baştir bû. Em îro dibînin li ser medyayê provokasyon têne kirin û berê gel didin mezhebperestî û nîjadperestiyê. Bûyerên niha li Sûriyeyê diqewimin rastiya vê yekê isbat dikin. Tişta em hêvî dikin demokrasî li Sûriyeyê bibe û bê cudahî bixin navbera kesî û Sûriye bibe welatê her kesî.”

ANHA