Jin banga yekitiyê dikin

Çalakvanên jin ên ji Rojava da zanîn ku her tim êriş li ser Rojava tên kirin û bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe çêkin û Rojava biparêzin.

Jin banga yekitiyê dikin
17 sibat, 2026   03:45
HESEKE

Jinan anîn ziman ku Sûriye divê li ser bingeha neteweya demokratîk were avakirin û gelê Kurd ji bo parastina Rojava yekitiya xwe çêke.

Çalakvan Dîlber Şemo diyar kir ku pêvajoya Rojava têre derbas bû gelekî zehmet û giran bû û wiha dewam kir: “Bi taybet gelê Kurd li beramberî van êrişên dijwar ên li ser herêmê zehmetî kişandin. Zextê li ser gelê Kurd ê Sûriyê dikin û dibêjin ew dixwazin Sûriyê parçe bikin. Gelê Kurd li dijî parçebuyîna Sûriyê ye. Ji ber ew li ser felsefeya neteweya demokratîk a hemû pêkhateyan digre nav xwe, parçebûnê qebûlnake û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateya Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên herêmê xurt dike, dijîn. Hinek alî hene dixwazin fitnê têxin navbera gelê Kurd û Ereb û hemû pêkhateyan de. Ev hewldanên wan ê fitnê têxin navbera gelên Sûriyeyê têkçûn.”

Dîlber Şemo di nava axavtinên xwe de anî ziman gelek keç û xortên Kurd di van êrişan de şehîd bûn û wiha got: “Di encama van êrişên dijwar de gelek keç û xortên Kurd şehîd bûn. Gelê Kurd li hemberî polîtîka qirkirinê ya li ser gelê Kurd bêdeng nema û ji tevahiya Kurdistanê daketin qadan. Li hemberî van êrişan ji aliyê siyasî, dîplomasî û leşkerî ve hêz û yekitiya xwe xurt kirin. Yekitiya gelê Kurd hêza sereke ya têkbirina êrişan e.”

Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dirbesiyê Ebîr Hesen got: “Di vê pêvajoyê de êriş ji aliyê siyasî ve li ser projeya neteweya demokratîk heye. Bi taybet dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê êrişî projeya neteweya demokatîk dikin û li ser berjewendiyên xwe xeterî dibîn in. Ji ber vê yekê dixwazin fitnê têxin navbera pêkhateya Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên herêmê û komkujî çêbin.”

Ebîr Hesen rewşa civakî û çandî ya Sûriyeyê nirxand û got: “Sûriyê bi gel û çandên cur bi cur dewlemend e. Bi projeya neteweya demokratîk re gel ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve xwe birêve dibir. Ji ber projeya Rêveberiya Xweser bi ser ket dewletan êriş kirin û bûn sedema komkujî li Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê çêbin.”

Ebîr Hesen dest nîşan kir ku projeya neteweya demokratîk berbi serkeftinê ve diçe û got: “Projeya neteweya demokratîk wê bi ser bikeve, ji ber ew li ser bingehê demokratîkbuyînê birêve diçe. Divê hemû pêkhate di Sûriyeya nû de bigihêjin mafên xwe. Êriş li ser xwişk û biratiya gelan çêbû lê belê gelê Kurd û Ereb di projeya neteweya demokratîk de hevpar in.”

Endama Mala Jinan a bajarê Dirbesiyê Hemîde Îso da zanîn ku dewleta Tirk ji yekitiya gelê Kurd ditirsê û got: “Di navbera van salan de li Sûriyeyê şer çêbû. Bi taybet li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek êriş li ser gelê Kurd û pêkhateyên dîtir çêbûn. Dewleta Tirk ji yekitiya gelê Kurd ditirsê ji ber vê her tim êriş dike. Di vê pêvajoyê de ji bo polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd û hemû pêkhateyan tê meşandin têk biçe, divê em baş bixebitin. Gelek alî hene dixwazin gelê Kurd tine bikin û fitnê bixin navbera wan de. Ew dixwazin gelê Kurd bi hev bikeve û ew û pêkhateya Ereb jî bi hev re şer bikin.

Ez bang li hemû gelê Kurd dikim ku yekitiya xwe çêkin û dengê xwe bighînin tevahiya cîhanê. Gelê Kurd li ser axa xwe li ber xwe da. Ji bo Sûriyeyeke nû were avakirin divê demokrasî hebe, edalet bêyî demokrasî nabe û aramî bêyî wekhevî nabe.”

ANHA