Numan Kurtulmuş: Em ê dest bi amadekariya taslakên qanûnî bikin

Serokê Meclisa tirkiyê Numan Kurtulmuş di vekirina rûniştina yekem a civîna 12an de bi lêv kir ku ew ê piştî pêvajoya guhdarkirinê dest bi amadekariya xebatên taslaka qanûnî bikin û pêşniyaran bişînin Lijneya Giştî.

Numan Kurtulmuş: Em ê dest bi amadekariya taslakên qanûnî bikin
24 îlon, 2025   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna 12an a Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina neteweyî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisa Tirkiyê hatiye avakirin dest pê kir. 

Komîsyon, wê di rûniştina yekem de SETA, DİTAM, Lêkolîna Rawest, Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û Weqfa Lêkolîn, Perwerde û Çandê ya Ekopolîtîk (EKEAV) guhdar bike. Di rûniştina duyem de jî Enstîtuya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Saha Sosyo-Siyasî (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyeyê (TEPAV) û Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) dê bên guhdarîkirin.

Serokê Meclisa Tirkyê Numan Kurtulmuş di vekirina rûniştina yekem a civînê de got: “Em êdî tên dawiya civînên guhdarkirinan. Me bi tevahî di van guhdarkirinan de 830 rûpel girtek girtin. Em ê di pêvajoya pêşiya me de di meha cotmehê de guhdarkirinên din ên saziyên civakî jî bigrin û piştre jî amadekariyên xwe yên taslaqa qanûnî bikin û pêşniyaran bişînin Lîjneya Giştî. Li vir hemû kesî fikrên xwe anîn ziman. Heke komîsyon di xebatên xwe de biserbikevê em ê bigehêjin qonaxeke girîng. 2 roj in li Neteweya Yekbûyî civîna Gazê jî pêk te. Em civîn ji bo Filîstînê girîng e. Gelek dewletan jî Filistin nas kir ew jî pir bi wateyê. Em hevî dikin bibe wesileya dewleteke Filîstinê. Em ê di civîna îro de saziyên fikrî û lêkolînê guhdar bikin.”

İştê  axaftina Numan Kurtulmuş rûniştina yekêm a civîna 12an dest pê kir.