Ji ber teqîna mayinekê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li Şedadê ji ber teqîna mayineke bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê, zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Ji ber teqîna mayinekê zarokekî jiyana xwe ji dest da
24 îlon, 2025   12:37
HESEKÊ

Li gundê El Selce yê li başûrê Şedadê, mayineke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê teqiya û di encamê de zarokekî li ber pez bû, jiyana xwe ji dest da.

Ji ber teqîna mayinên ku çeteyên DAIŞ`ê li şûna xwe hiştine, heta niha bi sedan kes mirine yan jî birîndar bûne.

(k)

ANHA