Nobeda li ser sînorê Kobanê di roja 14'an de ye

Çalakiya nobedê ya ku li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê, li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, di roja 14’an de didome.

Nobeda li ser sînorê Kobanê di roja 14'an de ye
5 ÇILE, 2025   16:04
Navenda nûçeyan

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Emîne Şenyaşar a ji bo kesên ku bûne sembola çalakiya nobetê dest pê kir, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 

Welatiyên ku beşdarî nobeda ku danê sibê dest pê kir, bû, li dora agirê ku pêxistin, tevî hewaya sar, dest bi nobetê kirin. Li qada ku nobet lê hat girtin pankarta "Rojava rûmeta me ye" hat daliqandin. Girseya ku nobedê li gel klamên Kurdî didomîne, li dijî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke çapemeniyê dide.