‘Nizanim ka sax e, mirî ye yan jî girtî ye’

Ji gelek salan ve Sebah Xelîl li pey şopa kurê xwe Nasir Feyad Hemadî ketiye û lê digere. Hemadî di 16 saliya xwe de li Reqayê winda bû. Heta niha dayika wî nizane ka ew sax e yan miriye yan girtî ye.

‘Nizanim ka sax e, mirî ye yan jî girtî ye’
30 tebax, 2024   09:12
REQA
XALID ETÊ - MIHEMED XELÎL

Sebah Xelîl (38) a ji taxa Bedo ya bajarê Reqayê her sibeh li wêneyê kurê xwe dinêre. Kurê wê di 4'ê Sibata 2017'an de dema DAIŞ'ê bajar kontrol dikir, winda bû. Sebahê got: "Erebeyeke wî hebû û hin caran ji bo debarê li ser dixebitî. Ew di 4'ê Sibata 2017'an de dema ku berê xwe dabû Reqayê, winda bû."

30ˊê Tebaxê Roja Windahiyan a Cîhanê ye. Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve bi deh hezaran jin, zarok û mêr ji aliyê hikumeta Şamê û çeteyan ve bi darê zorê hatine revandin, girtin û windakirin.

Piraniya kesên winda bûne, ji aliyê hêzên hikumeta Şamê yan jî komeke çekdar ve hatine girtin an jî revandin û tu agahî der barê wan de nayên wergirtin.

Di 29'ê Hezîrana 2023'yan de Komîsyona Navneteweyî ya Kar û Barên Windahiyan a Sûriyeyê hat damezirandin. Li gorî komîsyonê li Sûriyeyê zêdetirî 100 hezar kesên winda hene.

LÊGERÎNA LI KOLANAN

Piştî ku tu agahî ji Nasir Feyad Hemadî nehatin girtin, dayika wî her sibeh derdiket kolanan û li kurê xwe digeriya. Sebahê got: "Wê demê şer jî hebû, lê dîsa jî ez li kolanan lê digeriyam, lê bê encam bû. Wê demê DAIŞ'ê sivîl dikuştin û dikirin mertal."

Piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD'ê ve, Sebahê lêgerîn domand û wiha got: "Ez û gelek dayikên ku çîrokên wan jî dişibin ên min, me serî li saziyên têkildar û girtîgehên DAIŞ'ê li pey xwe hiştine da, lê ew jî bê encam bû."

Sebahê bang li saziyên xwecih û navneteweyî yên têkildar kir û pirsî: "Ev çend sal e ez nizanim kurê min li ku ye, gelo ew girtî ye, yan di gorên komî de ye?”

‘DOSYAYEKE ZEHMET E’

Berdevkê Komîteya Windahiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Omer diyar kir ku dosyaya windahiyan a Sûriyeyê zehmet e û got: "Piraniya windahiyan an ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve, yan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve yan jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin û birine Tirkiyeyê. Ev jî zehmetî ye."

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navên windahiyan li 5 navendên komîteyê yên li herêmê tên tomarkirin. Heta niha jî 800 kes hatine belgekirin.

Omer diyar kir ku komîteya wan li gorî biryara navneteweyî ya girêdayî windahiyan a Sûriyeyê hatiye damezirandin û got: "Komîte kesên winda yên li herêmê, li deverên din ên Sûriyeyê û li derve belge dike."

Omer anî ziman ku ji bo bidestxistina encaman pêwistî bi demeke dirêj, kedeke mezin û piştgiriyeke navneteweyî heye û wiha pê de çû: "Têkiliya me bi komîteyeke navneteweyî re heye û wê jî tu gavên cidî di pratîkê de neavêtine ku heta niha hîn serokek ji komîteyê re nehatiye erkdarkirin."

Omer da zanîn ku tenê li Minbicê zêdetirî 5 hezar windahî hene.

ˊKRÎZ Û ISRARA ŞAMÊ KAR ASTENG DIKINˊ

Der barê gorên komî de jî Omer got: "Gelek windahî bûn qurbaniyên rêxistinên terorî yên wekî DAIŞ'ê û yên din ku li ser xaka Sûriyeyê bûn. Ew qurbanî jî nenas in. Em bi Navenda Edalet û Lêpirsînê ya Sûriyeyê re têkildar in û ew jî hevkariyê bi tîma Gwatîmala ya tipa edlî re dike. Bi vê hevkariyê em hewl didin laboratuarên genetîkê ji bo naskirina nasnameyên wan qurbaniyan vekin."

Xalid Omer diyar kir ku ji ber rewşa bêaramiyê ya Sûriyeyê karê wan asteng dibe û got: "Dosyaya windayan dosyayeke mirovî û hiqûqî ye û ji bo xebitîna li ser rewşeke siyasî û leşkerî ya aram û destekdayîna hikumetê pêwîst e. Lê dewleta Sûriyeyê îtîrafê bi hebûna windahiyan nake û ev jî kar asteng dike. Ji ber wê em bang li hemû aliyan dikin ku ji bo aşkerakirina aqûbeta windahiyan hevkar bin û vê dosyaya mirovî ji şerên siyasî dûr bixin."

(mh)

ANHA