Nivîskarê misirî: Divê Enqere jî gavan biavêje

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê misirî Îbrahîm Şaban gavên dawîn ên Tevgera Azadiya Kurdistanê wek dîrokî bi nav kir û got divê Tirkiyeyê jî gavan biavêje û li gorî biryarên PKK’ê siberoja xwe ava bike.

Nivîskarê misirî: Divê Enqere jî gavan biavêje
27 cotmeh, 2025   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Rêveberiya Tevgera Azadiyê duh (26 Cotmeh 2025) daxuyaniyek da û diyar kir ku wan dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kiriye. Rêveberiyê da zanîn ku ev gav di çarçoveya biryarên kongreya 12’emîn a PKK’ê de hatiye avêtin.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de ragihand ew hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyeyê, li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin. Hate gotin ku beşeke koman gihaştine Qendîlê.

Têkildarî mijarê nivîskar û şîrovekarê misirî Îbrahîm Şaban ji ajansa me re axivî.

Îbrahîm Şaban anî ziman ku biryara PKK’ê ya vekişîna hêzên xwe ji sînorê Tirkiyeyê dawî li hincetên Enqere ku li gavên aştiyê yên ji aliyê PKK’ê ve tîne, her wiha destpêkeke nû ye ku partiyê ji bo milyonên alîgirên xwe hilbijartiye.

Şaban îşaret pê kir ku bersiva Tirkiye ya li hemberî biryarên dîrokî yên Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê hêdî ne û li ne li gorî gavên wêrek ên partiyê ne. Şaban destnîşan kir ku ji serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tê xwestin ku gavên rasteqîn ber bi tevlêkirina gelê Kurd û naskirina nasname û tevahî mafên wê ve biavêje, her wiha divê mîna PKK’ê rûpeleke nû veke ku dawî li şer û herikîna xwînê bîne.

Nivîskar Şaban da zanîn ku pêngava PKK’ê ya vekişîna tevahî hêzên xwe ji Tirkiyeyê ber bi bakurê Iraqê ve gaveke wêrek e ku pabendîbûna wê ya bi pêvajoya aştiyê û vekirina rêya çareseriya siyasî nîşan dide. Her wiha diyar kir ku li hemberî vê pêngavê divê bersivên erênî, gavên qanûnî yên girêdayî azadî û entegrasyona demokratîk ji aliyê Enqereyê ve werin kirin.

Îbrahîm Şaban di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku PKK’ê bi serokatiya Abdullah Ocalan nehat mecbûrkirin ku van biryarên dîrokî bide, lê wê bi dilxwazî û li gorî nêrîneke siyasî û aştiyane ya giştî ji bo siberoja gelê Kurd daye, lewre divê Tirkiye van gavan teqdîr bike û li ser wan siberoja xwe ava bike.

(bb)

ANHA