Nivîskarê Lubnanî Îlyas Xorî wefat kir

Nivîskar, ronakbîr û romannivîsê Lubnanî Îlyas Xorî ku xwediyê gotara "Kurdistan ne Îsraîleke din e" ye, di 76 saliya xwe de koça dawî kir.

Nivîskarê Lubnanî Îlyas Xorî wefat kir
15 îlon 2024   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên Lubnanê ragihand ku nivîskar, ronakbîr û romannivîsê Lubnanî Îlyas Xorî îro li Beyrûtê wefat kir.

Xorî di 1948'an de li Beyrûtê hat dinyayê, di zanîngeha Lubnanê de xwend. Li Parîsê doktorîna dîroka civakî wergirtiye.

Bi dehan berhemên wî ji bo gelek zimanan hatine wergerandin. Her wiha di rojnameyên Lubnanê de edîtorî jî dikir û di rojnameya "El Nehar" a rojane ya Lubnanê de bû serokê edîtoriya beşa çandî.

Xorî bi wêjeya xwe piştgiriya doza Filistînê û dozên gelên bindest nexasim Kurd, dikir.

Gotareke Xorî bi navê ʹKurdistan ne Îsraîlê duyemîn eʹ heye û tê de wiha dibêje: "Gotinên bêserûber tên kirin ku Kurdistana serbixwe Îsraîlê duyemîn e, gotinên şaş in, rastî û mafê paşguh dikin. Kurdên li Iraqê, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ne gelekî biyanî ne ku hatine li welatekî ne welatê wan bi cih bibin. Ew xwediyê xakê ne. Li ser wan zulmê hatiye ferzkirin. Welatê wan di nava 4 dewletan de parçekirî ye. Ziman û çanda wan hatiye çewisandin. Kurdistan Filistîneke nû ye."

Xorî di gotara xwe de gotibû: "Azadiya Kurdan parçeyek ji azadiya me ye. Divê em nehêlin hêzên desthilat gelekî xwedî maf biçewisîne."

(mh)