Di serdegirtina gundê Kaxirê de 20 welatî birîndar bûn-HAT NÛKIRIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di serdegirtina malên gundê Kaxirê yê bajarê Efrînê de bi lêdan û çekê êrişî welatiyan di nav de jinan kir.

Di serdegirtina gundê Kaxirê de 20 welatî birîndar bûn-HAT NÛKIRIN
15 îlon 2024   18:00
HELEB

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên ʹEmşatʹ ên artêşa Tirk a dagirker bi ser malên kurdên li gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî de girt, li jin û mêran da, di encamê de 8 welatiyên gund birîndar bûn.

Di encama serdegirtin û lêdanê de 20 welatî di dest û serê xwe de birîndar bûn. Navên hin welatiyên birîndar bûne hatin zanîn û wiha ne; Cîhan Îso, Hesen Reşîd Îso, Necah Cabo, Zemzem Mistefa, Henîfe Ebo, Ayşe Ebo, Sedîqe Henan û Mihemed Mistefa.

Her wiha çavkanî got çeteyan ji hin malên welatiyan zêd û pere dizîne, lê mîqdar nehat zanîn.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyan piranî mêr û ciwanên gund revandin û navên hin ji wan hatin zanîn; Idrîs Hec Elî Ebo û Reşîd Henan.

Hêjayî bibîrxistinê ye çeteyên ʹEmşatʹ an jî çeteyên ʹFirqet Sultan Silêman Şahʹ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker beriya demekê 100 dolar li her malbateke gundên Mabeta û Şiyê û gundên girêdayî wan ferz kiribû.

(fr)