Gulistan Şêx: 500 ton genim ziyan bû

Gulisatan Şêx Ehmed diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser depoyên genim ên bajarê Sirînê de 500 ton genim telef bûye.

Gulistan Şêx: 500 ton genim ziyan bû
4 adar, 2025   20:06
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker di 29`ê Sibata 2025`an de, bi balafirên şer û yên bê mirov êrişî bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê kir. Di êrişê de ambarên genim hatin hedeffirtin, di encama de 500 ton genim telef bû.

Di Derbarê êrîşê de Hevseroka komîteya Aş û depoyan a kantona Firatê Gulistan Şêx Ehmed ji ajansa me re axivî.

Gulistan Şêx Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker cihê xizmetguzarî hedef dike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker di sê mehên dawiyê de depoyê me yê genim yên li bajarê Sirînê hedef digire, ev ne cara yekemîne ku depoyê genim yê li Sirînê dike hedef gelek caran derdora cihê depoyê genim dike hedef.”

`500 TON GENİM TELEF BÛYE`

Gulistan da zanîn ku di êrişa li ser depoya genim ên li bajarê Sirînê de 500 ton genim telef bûye û got: “Dewleta Tirk bi balafirên Cihê Av,Kehrebe, Cihê sotemenî û xizmetguzarî hedef digire. dewleta Tirk dixwaze gelê me li ser axa xwe bibe penaber ji ber vê her tim cihên xizmengûzariyê dike hedef.”

ANHA