Komîteya sotemeniyê ya Dêrazorê mazotê belav dike

Komîteya sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê belavkirina mazotê li welatiyan didomîne. Heta niha 115 hezar malbatan mazot wergirtiye û xebata belavkirinê didome.

Komîteya sotemeniyê ya Dêrazorê mazotê belav dike
25 mijdar 2023   05:43
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Komîteyên sotemeniyê yên Dêrazorê belavkirina mazotê li welatiyan didomînin.

Li gorî hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê Reşa El Heza, ji bo mazota sobeyan 180 hezar kart hatin çapkirin, lê heta niha li 115 hezar kartan hatiye belavkirin.

Reşayê got herêmên niha mazotê lê tê belavkirin xeta rojava; Mihêmîde, xeta bakur; El Ezbe, herêma Cedîd, xeta rojhilat; herêma Dernec, Şenan, Şefe, Hecîn û Keşkiye ne.

Komîteyê diyar kir ku malbatên heta niha xwe li nivîsgeha serjimariyê qeyd nekirine, dê mazota wan bi rêya komîteyên taybet were belavkirin.

Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her malbatekê re 300 lître mazot bi 325 lîreyê Sûriyeyê veqetandiye.

Ji Tebaxê ve komîteyên sotemeniyê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi belavkirina mazota malbatan bi rêya kartên kiriye. Kart ji hêla komîteyên li bajar, bajarok û navçeyan bi hevkariya komînan hatine derxistin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor li parên malbatan a mazotê kir û belavkirina wê taloq kir. Ji ber ku balafiran binesazî û stasyonên petrolê bombebaran kirin.

(fr)

ANHA