Nivîsgeha Peywendiyan a Kobanê sedemên arîşeya internetê zelal kirin

Nivîsgeha Peywendiyan a bajarê Kobanê daxwaz kir ku destûrê bê dayîn ku tîmên wan derbasî cihê peywendî xerab bûne bibin, da ku çaksazî bikin û ji nû ve tora internetê vegere.

Nivîsgeha Peywendiyan a Kobanê sedemên arîşeya internetê zelal kirin
8 sibat, 2026   16:16
KOBANÊ

Nivîsgeha Peywendiyan a bajarê Kobanê têkildarî arîşeya qutbûna internetê daxuyaniyek da. Hevseroka Nivîsgehê Evîn Şêx Ehmed li pêş avahiya Nivîsgeha Peywendiyan a Kobanê bi beşdarbûna endamên nivîsgehê daxuyaniyek da.

Evîn diyar kir ku ji 18ˊê Çileyê ve internet li ser Kobanê qut e, centrala ku internetê dide Kobanê bi temamî xerab bû, kaployên internetê didin bajêr bi zanabûn hatin qutkirin, alavên li ser centrealê hatin dizîn.

Evîn anî ziman ku qutbûna internetê ji ser bajarê Kobanê atmosfêreke nakokî û tevliheviyê çêkir, ji ber girîngiya internetê weke kehrebê û avê girîng e. Li gel dubarebûna bang û hewldanên têkildanîna bi aliyên eleqedar re ku derbasî centralê bibin û pirsgirêkê çaksazî bikin, lê hat redkirin.

Di dawiyê de Evîn got ew di Nivîsgeha Peywendiyan de vê pêkanînê bi tundî şermezar dikin û bang li aliyên eleqedar kir ku destûrê bibin ku tîmên wan bi awayekî ewle derbas bibin, pirsgirêkê çareser bikin.

(fr)

ANHA