Nîjerya û DYAˊyê astengiyên ewlehiyê nîqaş dikin

Piştî gefên Trump ên destwerdana leşkerî yên ji ber êrişên "komên cîhadîst" li ser Xiristiyanan, Nîjerya li gel DYAˊyê rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê nîqaş dike.

Nîjerya û DYAˊyê astengiyên ewlehiyê nîqaş dikin
17 mijdar, 2025   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Nîjeryayê Youssef Tougar ji AFPˊê re got piştî gefên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ên destwerdana leşkerî li ser paşxaneya qetilkirina Xiristiyanan bi destê "komên cîhadîst", hikumeta wî li gel DYAˊyê nîqaşan dike.

Tougar di hevdîtinekê li paytexta Nîjeryayê Abujayê de diyar kir ku "Tiştê em nîqaş dikin, çawaniya hevkariya rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê ye, ku dikeve berjewendiya tevahî cîhanê."

(fr)