Şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê li Quneytîrayê ye

Şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê tevî wesayîtên leşkerî gihîşt gundewarê Quneytirayê ya başûrê Sûriyeyê. Şande li deverên ku artêşa Îsraîlê derbasî bûbûn, geriya.

Şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê li Quneytîrayê ye
17 mijdar, 2025   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Rûsyayê tevî 15 wesayîtên leşkerî yên Rûsyayê li gund û bajarokên gundewarê Quneytirayê,  li bajarokê Seyda Hanûn û gundên derdora wî û gundên ber sînorê Îsraîlê ve geriya.

Li gorî agahiyan, ew deverên ku şande lê geriyaye, berê artêşa Îsraîlê rojane derbasî wan dibe. Agahî hene ku lihevkirineke ewlehî ya nêzîk di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Rûsyayê de heye, li gorî wê dewriyeyên polîsan ên Rûsyayê dê li van deveran bigerin, tam wekî serdema rejîma berê.

Berê jî hikumeta veguhêz gotibû ku eger heye dewriyeyên leşkerî yên Rûsyayê li başûrê Sûriyeyê bigerin, bi taybet jî li Quneytîra û Derayê bigerin.

Hikumeta veguhêz dibîne ku hebûna hêzên leşkerî yên Rûsyayê dikare pêşî li derbasbûna artêşa Îsraîlê ya ber bi hundirê Sûriyeyê ve bigire û hewldanên Tel Avîvê yên avakirina "herêma bêçek" têk bibe.

(mh/fr)