Nîjerê li dijî "cîhadîstan" seferberî ragihand

Meclisa Leşkerî ya Nîjerê ji bo şerê li dijî "cîhadîstan" seferberiya giştî ragihand.

Nîjerê li dijî "cîhadîstan" seferberî ragihand
27 kanûn, 2025   23:40
Navenda Nûçeyan

AFPˊê ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya hikumeta Nîjerê, diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Nîjerê seferberiya giştî ji bo şerê li dijî "cîhadîstan" li welêt ragihandiye.

Piştî civîna meclisê, hikûmetê diyar kir ku li gorî qanûnan, dibe ku kes, milk û xizmet di dema seferberiya giştî de werin bikaranîn da ku beşdarî parastina welat bibin."

(fr)