Tevgera hêzên Îsraîlê li Qunetrayê zêde bû

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytrayê rêya Cibata El Xeşeb û Xan Ernebê birîn û ketin gundên Uma Batna û Ecref.

Tevgera hêzên Îsraîlê li Qunetrayê zêde bû
28 kanûn, 2025   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke artêşa Îraîlê îro bi 4 wesayitên leşkerî rêya di navbara bjarokên Cibata El Xeşeb û Xan Erenebe birîn û paşê ji herêmê vekişiyan.

Her wiha hêzeke Îsraîlê kete gundê Um Batna û bombeyên roniyê li ser gundê El Ecref teqandin.

Hêzeke Îsraîlê ya ji 8 erebeyên leşkerî pêk tê, kete gundê El Ecref û paşê berê xwe da gundê Til Kirûm.

Tevgera hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê zêde bûye, ku rojane derbasî herêmê dibe û bendên kontrolê datîne. Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li hember van kiryran bêdeng e.