Nexweşxaneya Kobanê ji bo rewşa şer seferber bûye

Bijîşk Diyar Mislim diyar kir ku Nexweşxaneya Kobanê ji bo rewşa şer seferber e û got “Me xwe bi rêxistin kiriye û em amade ne.”

Nexweşxaneya Kobanê ji bo rewşa şer seferber bûye
Nexweşxaneya Kobanê ji bo rewşa şer seferber bûye
Nexweşxaneya Kobanê ji bo rewşa şer seferber bûye
Nexweşxaneya Kobanê ji bo rewşa şer seferber bûye
20 ÇILE, 2026   14:26
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Çeteyên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine û bajarê Kobanê dorpêç kiriye. Lê gel û şervanên QSD û YPJ`ê berxwedaneke tund dikin.

Bajarê Kobanê ji 3 aliyan ve di bin dorpêçeke dijwar de ye, ji ber ku çeteyên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk êriş dikin.

Nexweşxaneya Kobanê bi kêmbûneke giran a alavên bijîşkî re rû bi rû ye. Der barê amadekariyên li nexweşxaneyê de, bijîşk Diyar Mislim ji ajansa me re axivî.

Diyar Mislim diyar kir ku li bajarê Kobanê tenê nexweşxaneyeke giştî û 2 nexweşxaneyên taybet hene û wiha got: "Di çend rojan de bajarê Kobanê hatiye dorpêçkirin. Her kes dizane Nexweşxaneya Kobanê biçûk e, lê em ê li gorî derfetên heyî xizmeta gelê xwe bikin.”

Mislim anî ziman ku ew ew amadekariyên xwe ji bo şer dikin û xwe ji bo şer bi rêxistin kiriye û wiha got: "Nexweşxaneya Kobanê ekîbek ji bo destwerdana lezgîn ava kiriye, ji bo ku em bikarin xwe bigihînin çeperên şer û bi awayekî bilez birîndaran bigihînin nexweşxaneyê. Di di her ekîbeke destwerdana lezgîn de ambulans û 2 hemşîr û şofêrek hene. Di Nexweşxaneya Kobanê de 3 ambulans hene, lê pêwîstiyên me bi ambulansan, kadir û dermanan jî heye, ji ber ku ev tenê têrê nakin.”

Diyar Mislim der barê amadekariyan de got: "Di nexweşxaneyê de 2 beşên me hene, lê niha ji bo rewşa şer me her beşa di nexweşxaneyê de ya zarokan, me ji bo birîndaran bi giştî amade kiriye. Her wiha di beşa nexweşiyên hundirîn de jî, tê de 7 ode hene û 2 odeyên me yên emeliyatê hene, me amade kirine.”

Mislim anî ziman ku derman, ambulans û tîmîn tenduristiyê hene, lê kêm in û got pêwîstiya Nexweşxaneya Kobanê ji bo hemû dermanan heye.

Bijîşk Diyar Mislim bang li saziyên mirovî kir ku divê ev şer were rawestandin, lê di rewşa şer de jî divê hemû pêwîstiyên nexweşxaneyê bi cih bînin û berê xwe bidin vir û bibin alîkar.

ANHA