Zanyarekî Yewnanî pişgirî da gelê Kurd

Antropologê Yewnanî Nikos Michaelidis piştgiriya xwe bi gelê Kurd re nîşan da û anî ziman ku "Kurdistan dê bi ser bikeve."

Zanyarekî Yewnanî pişgirî da gelê Kurd
20 ÇILE, 2026   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Antropologê Yewnanî Dr. Nikos Michaelidis bi peyamekê ku li ser hesabê xwe yê X’ê parve kiriye, li dijî êrişên hikumeta demkî piştgiriya xwe bi gelê Kurd re nîşan da.

Peyama Dr. Nikos Michaelidis bi vî rengî ye: "Ez piştgiriya gelê Kurd dikim. Dê terora cîhadîstên Tirk têk biçe û dê Kurdistan bi ser bikeve. Tirkiye piştî ku komkujî li dijî xiristiyanên li Anatolyayê pêk anîn, îro careke din qirkirineke komî li dijî gelê Kurd dike.

#DefendRojava

#StopTurkishTerrorism"

(b)

ANHA