Nexweşxaneya El Şihêl xizmetên bêpere pêşkêşî 250 hezar kesî dike

Nexweşxaneya Giştî ya El Şihêl a kantona Dêrazorê xizmetên tenduristiyê bê pere ji şêniyên herêmê re pêşkêş dike. Nexweşxana rojane pêşwaziya zêdetirî 200 nexweşan dike û bi dehan neştergeriyan bê pere pêk tîne.

Nexweşxaneya El Şihêl xizmetên bêpere pêşkêşî 250 hezar kesî dike
Nexweşxaneya El Şihêl xizmetên bêpere pêşkêşî 250 hezar kesî dike
Nexweşxaneya El Şihêl xizmetên bêpere pêşkêşî 250 hezar kesî dike
Nexweşxaneya El Şihêl xizmetên bêpere pêşkêşî 250 hezar kesî dike
Nexweşxaneya El Şihêl xizmetên bêpere pêşkêşî 250 hezar kesî dike
Nexweşxaneya El Şihêl xizmetên bêpere pêşkêşî 250 hezar kesî dike
Nexweşxaneya El Şihêl xizmetên bêpere pêşkêşî 250 hezar kesî dike
25 sibat, 2025   05:25
DÊRAZORÊ

Rêveberiya Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê di Tîrmeha 2019’an de Nexweşxaneya Giştî ya El Şihêl vekir.

Di nexweşxaneyê de beşa destwerdana lezgîn, beşa neştergeriya giştî, beşa nexweşiyên jinan û gelek klînîk e hene. Her wiha beşa hilberandina oksîjenê jî li nexweşxaneyê heye.

Nexweşxane xizmeta nêzîkî 250 hezar kesên li gundewarên rojhilat û bakurê kantona Dêrezorê dike û rojane pêşwaziya nêzîkî 200 nexweşan dike.

Li nexweşxaneyê rojane 6 neştegeriyên giştî û nêzî 20 neştegeriyên jinan têne kirin.

Pisporê neştegeriya giştî yê li nexweşxaneyê Dr. Mihemed Xêr El Hesen diyar kir ku beşa neştergeriyê rojên şemiyê heta pêncşemê dixebite, rojên înan jî ji bo rewşên lezgîn hatiye veqetandin. Li klînîka neştergeriyê 3 bijîşk dixebitin.

El Hesen bal kişand ser girîngiya nexweşxaneyê ya ji bo herêmê û bi taybet beşa neştergeriya giştî û neştergeriya jinan. El Hesen diyar kir ku nexweşxaneyê barê xelkê herêmê sivik kiriye.

El Hesen diyar kir ku beşa neştergeriyê hemû neştegeriyên lezgîn, her wiha yên sivik û navîn dike.

Rojane nêzî 70 jinên ducanî serdana beşa jinan û welidandinê dikin, neştegeriyên welidandinê bêpere têne kirin.

Li kantona Dêrezorê 8 nexweşxaneyên giştî hene ku xizmetên bêpere pêşkêşî şêniyên kantonê dikin.

(k)

ANHA