Jinên çalakvan: Rêveberiya Xweser ji bo hemû gelê Sûriyeyê modeleke serkeftî ye

Siyasetmedar û çalakvanên jin ên Sûriyeyê diyar kir ku projeya jiyana hevbeş û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna dadmendî û wekheviyê modeleke serkeftî ye. Her wiha xwestin ev model li seranserî Sûriyeyê were pêanîn.

Jinên çalakvan: Rêveberiya Xweser ji bo hemû gelê Sûriyeyê modeleke serkeftî ye
25 sibat, 2025   07:05
TEBQA

Jinên ji kantona Tebqayê ji ajansa me re behsa ezmûna xwe ya di bin sîwana Rêveberiya Xweser de û xebatên xwe yên ji bo bidestxistina mafên xwe di Sûriyeya siberojê kir.

Hevseroka Meclisa Tebqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Barîn Maam diyar kir ku desthilata li Şamê hîna jî heman polîtîkayên rejîma berê dimeşîne û tenê hin rolên kêm dide jinan. Her wiha tekez kir ku dûrxistina gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji pêvajoya siyasî, tevî destkeftiyên ku li herêmê bi dest xistine, berdewama nêzîkatiya mêran a otorîter e ku hewl dide rola jinan biçûk bixe û wan ji navendên biryardanê dûr bixe.

MODELEKE PÊŞENG JI BO JINAN

Barîn Maam destnîşan kir ku jinan di bin sîwana Rêveberiya Xweser pir destkeftî bi dest xistiye, weke beşdariya rasteqîn a ji sedî 50 di hemû saziyan de, her wiha pêşengiya wan di qadên siyasî, leşkerî, aborî û xizmetguzariyê de. Barîn diyar kir ku ev destkeftî dihêle ku hêza jinan têrê bike ku beşdarî avakirina Sûriyeya siberojê bibe, her wiha rê dide ku jinên Sûriyeyê tev li vê ezmûna pêşeng bibin.

Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbya Kewser El Ehmed got jinên Sûriyeyê bi dehan salan hatine paşguhkirin û tekez kir ku qonaxa niha dîrokî û girîng e, divê jinên Sûriyeyê ji bo bidestxistina azadî, dadmendî û wekheviyê, xwe bispêrin ezmûna Rêveberiya Xweser.

BI TEVLÊBÛNA ÇALAK A JINAN BER BI SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK VE

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Muna El Dalî destnîşan kir ku tevlêbûna jinan di Rêveberiya Xweser de û gihaştina qadên biryardanê ne hêsan bû û ew rastî gelek astengiyan hatin. Munayê tekez kir ku veguhastina vê ezmûnê ji bo tevahiya Sûriyeyê tekane garantiya mafên jinên Sûriyeyê ye.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbia Xuzama El Elî jî destnîşan kir ku yekkirina xebatên jinên Sûriyeyê di vê qonaxa dîrokî de pir girîng e û da zanîn ku modela jinan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû jinan asoyên nû yên têkoşînê vedike.

(k)

ANHA