Nexweşên penceşêrê bang kirin: Dorpêçê rakin ku em tedawî bibin

Li Kobanê nexweşên pençeşêrê diyar kirin ku ji ber dorpêçê derman li bajar nemane, lewma nexweşiya wan giran bûye û xwestin dorpêç bi lez were rakirin. 

 Nexweşên penceşêrê bang kirin: Dorpêçê rakin ku em tedawî bibin
 Nexweşên penceşêrê bang kirin: Dorpêçê rakin ku em tedawî bibin
 Nexweşên penceşêrê bang kirin: Dorpêçê rakin ku em tedawî bibin
 Nexweşên penceşêrê bang kirin: Dorpêçê rakin ku em tedawî bibin
3 sibat, 2026   14:23
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bajarê kobanê 15 roj e dorpêçeke deya bi taybet derman nayên peydakirin, nexweşên Penceşêrê nikarin derkevin derve û tedawiya xwe dewam bikin.

Dayîka bi navê Meyada Ehmed got ku ew 5 sale bi nexweşiya Penceşêrê ye û dermanê wan li vir tune ye û wiha got: "Ez berê diçûm Şam û ez tedawî dibûm, lê niha ji ber dorpêça herî giran ya li ser Kobanê, ez nikarin herin tedawî bibin. Êdî dema dermanê min dem ser ketiye, divê ez hetin û tedawî bibin."

Meyada diyar kir ku nexweşiya wê ya Penceşêrê di pêsîra wê de ye û got: "Her 21 rojan divê ez derziyên Kîmawî li ser bixin, lê deziyên Kimawî li vir tune ye. Êdî dem li ser derziyên min re derbas bûye, êdî nexweşiya min li min giran kiriye."

`DIVÊ LEZGÎN DORPÊÇ LI SER KOBANÊ WERE RAKIRIN`

Meyada Ehmed bang kir ku divê dorpêş bi awayekî lezgîn li ser Kobanê were rakirin, da ku ew biçe tedawî bibe.

`ÊDÎ NEXWEŞIYA PENCEŞÊRÊ LI MIN GIRAN KIRIYE`

Her wiha dayîka bi navê Fadîla Mûsa Elî ku ew bi xwe jî bi heman nexweşiyê ye dibêje ev saleke ew bi nexweşiya Penceşêrê ye û got: "Li Kobanê dermênê Penceşêrê nine. Ez li Şam tedawî dibûm. Lê ji ber êriş û dorpêça li ser Kobanê, em nikarin biçin û tedawî bibin. Niha nexweşiya min li min giran kiriye, divê ez biçin û tedawî bibim."

Fadîle Mûsa Elî diyar kir ku dixwazin rê were vekirin û dorpêç li ser Kobanê were rakirin, da ku ew biçin tedawî bibin û ev tişt anî ziman: "Êdî dema derziya min ya Kîmawî bi ser biketiye, êdî jan û êş li canê min giran kiriye. Daxwaza me tenê rakirina dorpêçê ye, ji bo ku em biçin tedawî bibin."

ANHA