Bakirhan: Bi saya Ocalan şerê Kurd û Ereban hate rawestandin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncar Bakirhan diyar kir ku bi saya keda Rêber Abdullah Ocalan li Sûriyeyê pêşiya şerê Kurd û Ereban hate girtin.

Bakirhan: Bi saya Ocalan şerê Kurd û Ereban hate rawestandin
3 sibat, 2026   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncar Bakirhan di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand.

Rojeva sereke ya civînê pêşketinên li Sûriyê bû, Tûncer Bakirhan li ser pêşketinên li Sûriyê pêş dikevin ev nirxandin kir:

 “Cardin gotinên, ‘Kurd çi dixwazin’ tên kirin. Îtîraza Kurdan li dijî sepandina bêsatûtî û polîtîkayên înkarê yên 100 salan e. Gelê Kurd di sala 1923yan de wekî hêmanek derveyî hiqûqê hatin pênasekirin û li derveyî hiqûqê hatin hiştin. Di sala 1937an de dewletên bi hev re di nav nakokiyê de bi Paqta Sadabatê, di sala 1955an de bi Paqta Bexdayê li dijî Kurdan bûn yek.”

‘ÎNKARA MAFÊ GELAN RIYA ŞERÊN NÛ VEDIKE’

Bakirhan peymana di 10ê Çileyê 2026an de li Parîsê pêk hatî bi bîr xist û wiha domand: “Ev xeleta dawî ya vê rastiya dîrokî bû. Lê ligel hemû înkarê jî hişmendiya nedeweyî ya gelê Kurd her tim mezin bû. Kurdan ji vê ziviroka durû re got na û rabûn ser piyan. Gelê Kurd li qadan jiyana xwe datîne holê lê li ser maseyê tune tê hesibandin. Rabûn gelê Kurd îtîraza li dijî vê yekê bû. Kurd li welatê lê dijîn, naxwazin bibin qurbanên komployan, dixwazin bibin welatiyên wekhev.”

‘OCALAN DESTÛR NEDA ŞERÊ KURD Û EREB KÛR BIBE’

Di berdewama axaftina xwe de Bakirhan bi bîr xist ku hatiye xwestin şerek navxweyî di navbera gelên Ereb û Kurd de bê derxistin û wiha pêde çû: “Ku îro di navbera Kurd û Ereban de şerek tune be, ev yek di saya serê Birêz Ocalan de ye. Ku îro mafên gelê Kurd hatibin qebûlkirin ev di saya keda Ocalan de ye. Ji ber helwesta nîşan dayî û keda xerckirî em spasiya Ocalan dikin. Îro tişta ji me re mayî xwedî derketina perspektîfa çareseriyê ya Birêz Ocalan danî holê ye.”

‘JI BO GAV AVÊTINÊ HINCET NEMAN’

Bakirhan bang li desthilata Tirkiyê jî kir û xwest ku Enqere êdî dest ji Sûriyeyê berde û got:“Edî metirsiyên ewlehiyê yên têkildarî Sûriyeyê li aliyekê bên hiştin. Divê gavên şênber û pêbawer bên avêtin. Êdî hincetên tu kesê neman. Pêwist e gavên mafên Kurdan didinê û demokrasiyê pêş dixe bên avêtin. Berî me Birêz Bahçelî li vir axivî. Behsa mafê hêviyê kir, pêkanîna qayim kir. Em jî diwazin Tirkiye ji vê şermê xilas bibe. Divê îktîdar êdî di vî alî de gav bavêje. Gavên Bahçelî behs dike, bavêje. Ev pêvajo divê bi îradeya meclisê û bi gavên wêrek bê pêşxistin, nasîna nasname, ziman û çandê, bi hêzkirina demokrasiya herêmî tekane riye ku gel xwe bi ewle hîs bike ye.”