Newroza li Qeyseriyê hat qedexekirin

Pîrozbahiya Newrozê ya libajarê Tirkiyê ya Qeyseriyê ku ji aliyê qeymeqamtiyê ve destûra wê hatibû dayîn, bi hinceta “ewlehiyê” hate qedexekirin.

Newroza li Qeyseriyê hat qedexekirin
16 adar, 2024   13:24
NAVENDA NÛÇAYAN

Destûra ji bo Newroza ku dihate plankirin li cihê bazarê yê li Taxa Boztepe ya navçeya Kocasînan a bajarê Tirkiyê ya Qeyseriyê were pîrozkirin hatibû wergirtin, ji aliyê qeymeqamtiya navçeyê û miduriyeta polîsan a navçeyê ve bi hinceta “ewlehiyê” hate betalkirin.