Neteweya demokratîk bûye pêwîstiyek 

Li gorî ankêtekê ku peymangeheke lêkolînan a Îsraîlê têkildarî bandorên şerê Hemas û Îsraîlê çêkiriye, nîjadperestiya olî û neteweyî di navbera gelên Cihû û Ereb de zêde bûye. Ruxmî wê jî derfeta jiyana hevbeş di navbera her du gelan de bi rêya pêkanîna neteweya demokratîk heye.

Neteweya demokratîk bûye pêwîstiyek 
4 kanûn 2023   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Ji 7`ê Cotmehê ve şer di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam e. Di encamê de bi hezaran sivîl ji her du aliyan jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyan, şer dê dewam bike û di pêşerojê de xuya nake ku dê raweste. Li gel wê jî, berovajî gelên cihu û filistînî gelek hêzên hegemon sûd ji vî şerî wergirt.

Peymangeha Lêkolînên Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê ankêtek li ser têkiliyên di navbera cihûyan û ereban de li Îsraîlê li gel şerê heyî çêkir. Encamên ankêtê, diyar dikin ku yên herî zirar ji şerê dîtine, cihû û filistînî ne.

Ankêt di navbera 16 heta 19`ê Mijdarê de ji aliyê lêkolînên nivîsgeha analîzkirina daneyan a peymangeha lêkolînên ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê ve hatiye amadekirin.

Li gorî encamên ankêtê, zêdetirî nîvê gelê Cihû û Ereb li Îsraîlê pê dihesin ku têkiliyên di navbera wan de ji destpêka şer ve bi paş de çûne. Nîvê Cihû û derdora nîvê Ereban bi vê guhertinê hesîne.

Li gorî ankêtê, gelek Erebên tev li ankêtê bûne, dibêjin ewlehiya wan a kesayetî kêm bûye.

Her wiha di ankêtê de diyar dibe ku Cihû jî bi heman tiştî dihesin ku bi fikarin Erebên li Îsraîlê êrişî malbatên wan bikin. Li beramber wê, Erebên li Îsraîlê pê nafikirin ku Cihûyên li Îsraîlê êrişî wan û malbatên wan bikin.

Li gorî ankêtê, ji destpêka şer ve rewşa aborî ya Erebên li Îsraîlê li gorî ya Cihûyan bi paş de çûye.

Di ankêtê de nîjadperestiya olî û neteweyî di navbera Cihû û Ereban de xuya dike, lê ruxmî wê jî derfeta jiyana hevbeş di navbera gelên Cihû û filistînî de hebûye.

Şehîd Rustem Cûdî di nirxandina rewşa Rojhilata Navîn de, Îsraîlê wek hêza ku siyasetê diyar dike, diwesifîne û dibêje: “Bi rêya karînên xwe yên malî, leşkerî, îdeolojîk û fikrî wê siyasetê diyar dike. Lê nikare pirsgirêka Filistînê çareser bike. Ji ber ku eger Cihû pirsgirêka Filistînê çareser nekin, pirsgirêka Cihûyan ne ewle ye. Dijminatî pirsgirêkê çareser nake. Ji ber ku pirsgirêka li ser dijminatiyê, înkarkirin û redkirinê, dibe ku wê pirsgirêkê mayînde bike.”

Şehîd Rustem Cûdî dibêje: “Cîhan rewşeke wisa qebûl nake. Heke demokrasî pêk neyê, dê hilweşe. Heta niha, têgehek an jî zemînek li ser bingehên demokratîk ku Cihû cihê xwe tê de bigirin, nehatiye dîtin. Şer, encama neteweperestiya li hember Ereban e. Îro jî kûrtir dibe. Nemaze di kesayeta Hemasê û hin komên neteweyî yên din de. Her wiha li eniya Cihûyan jî kûrtir dibe. Wek dijberiyeke hevseng bi pêş dikeve. Lê belê hêzên navneteweyî û herêmî jî, li gorî berjewendiyên xwe yên taybet vê rewşê dinirxînin.”

Şehîd Rustem Cûdî di nirxandinên xwe de diyar dike “Neteweya demokratîk, dijminê neteweperestiyê ye. Ji bo wê, divê neteweya demokratîk bingeha çareseriyê be. Ev yek ne tenê ji gelê azad, lê belê ji gelê bindest û hatiye dagirkirin, tê xwestin. Dermanê neteweperestiyê, neteweya demokratîk e. Neteweya demokratîk, di nava wê de hezkirina neteweyê û erdnîgariyê heye. Wek nirxekî ku divê were parastin tê qebûlkirin. Banga azadiyê heye. Ev tev di nava neteweya demokratîk de hene. Lê belê, di nav de helandina bi darê zorê tune ye. Neteweya demokratîk, helandinê red dike û xwe ji neteweyên din bilindtir nabîne.”

(şx)