Netanyahu: Wê qonaxa duyemîn a aştiyê di demek nêz de dest pê bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi rêya civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz re li Qudisê texmîn kir ku qonaxa duyemîn a plana serokê Amerîkayê ya ji bo aştiyê li Şerîda Xezayê di demekê nêz de dest pê bike.

Netanyahu: Wê qonaxa duyemîn a aştiyê di demek nêz de dest pê bike
7 kanûn, 2025   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku ew li bendê ne ku piştî cenazeyê girtiyê dawîn ji Xezayê were vegerandin, di demek kurt de derbasî qonaxa duyemîn a plana serokê Amerîkayê Donald Trump bibin.

Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de li gel şêwirmendê Almaniyayê Friedrich Merz, Netanyahu anî ziman ku ew ê vê mehê bi serok Trump re li ser çawaniya bidawîkirina desthilatdariya Hamasê nîqaş bike. Netanyahu diyar kir ku wê bicihanîna qonaxa duyemîn ne hêsan be.Netanyahu ragihand ku hîna rêya gihandina aştiyê bi Filistîniyan re heye û destnîşan kir ku îlhaqkirina Şerîaya Rojava hîna mijara nîqaşê ye, lê rewşa heyî ya li Şerîda Xezayê di siberoja nêzîk de wê wek xwe bimîne.

Şêwirmendê Almanya Merz jî got gengaziya serdana Benjamin Netanyahu bo Almanya niha ne mijara nîqaşê ye.

Piştî bombebaranên nû yên hewayî û bejahî yên Îsraîlê û pevçûnên bi Hemasê re, ji 10’ê Cotmehê ve li Şerîda Xezayê agirbest di meriyetê de ye. Tê payîn ku di qonaxa 2’yemîn de, ji bo birêvebirina Şerîda Xezayê û îsîtîqrarê hêzek navneteweyî bi beşdariya Ereb, Îslamî û Rojavayî were avakirin.

(ac/fr)