Mezlûm Ebdî bi amîral Cooper re civiya

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî bi fermandarê CENTCOM`ê amîral Brad Cooper re civiya.

Mezlûm Ebdî bi amîral Cooper re civiya
4 îlon, 2025   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyek taybet di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ku ji ANHA`yê re agahî dane, Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî bi fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper re di serdana wî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de civiyaye.

Di civînê de li gorî heman çavkaniyan, danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re hatin nîqaşkirin. Mazlûm Ebdî di civînê de destnîşan kir ku ew pabendî berdewamkirina danûstandin û pratîkkirina lihevkirina 10`ê Adarê ye. Ebdî diyar kir ku ji Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, tê xwestin ku xebatê bidomîne û ji bo baweriyê bi dest bixe divê hin gavan bavêje.

(şx)