Netanyahu ji Amerîkayê xwest balafirên F-35 nefiroşe Tirkiyeyê

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Amerîkayê daxwaz kir ku balafirên şer ên F-35 an motorên wan ji bo balafirên şer ên Tirkiyeyê yên ku li hundir hatine pêşxistin nefiroşe.

Netanyahu ji Amerîkayê xwest balafirên F-35 nefiroşe Tirkiyeyê
6 tîrmeh, 2026   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Netanyahu ji Amerîkayê daxwaz kir ku balafirên şer ên F-35 an motorên wan ji bo balafirên şer ên Tirkiyeyê yên ku li hundir hatine pêşxistin nefroşe Tirkiyê.  Netanyahu got  ku gaveke wisa dikare hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn xera bike.

Di hevpeyvînekê de îro bi Fox News re, Netanyahu got ku serdestiya hewayî ya Îsraîlê hêmanek sereke ye bo parastina aramiya herêmî û hişyarî da ku bidestxistina van alavên leşkerî ji hêla Enqerê ve dikare bandorê li ser vê hevsengiyê bike.

(k)

ANHA