Efrîniyên vegeriyane daxwaza malên xwe dikin

Koçberên ji Efrînê yên piştî 9 salan vegeriyan warê xwe, niha malên xwe lê dikin. Malên wan hatine wêrankirin û madeyên lêkirina malan gelekî biha ne.

Efrîniyên vegeriyane daxwaza malên xwe dikin
Efrîniyên vegeriyane daxwaza malên xwe dikin
Efrîniyên vegeriyane daxwaza malên xwe dikin
Efrîniyên vegeriyane daxwaza malên xwe dikin
Efrîniyên vegeriyane daxwaza malên xwe dikin
7 tîrmeh, 2026   07:47
EFRÎN

Koçberên ji Efrînê piştî 9 salan vegeriyan warê xwe lê malên wan ji aliyê çete û malbatên wan ve hatine wêrankirin. Efrînî neçar mane ku malên xwe lê bikin. Rewşa aborî ya efrîniyan jî lewaz e û madeyên lêkirina malan biha ne. 

Koçberên ku vegeriyane got malên wan bi destê çeteyên dewleta Tirk û malbatên wan hatine wêrankirin. Hemû kel û pelên wan, derî û pencereyên malan dizîne û hin mal di şer de hatine rûxandin.

Hin malbatan jî got niştecihên ji derve hatine, dest daniye ser malên wan û jê dernakevin. Pere ji wan dixwazin û efrînî nikarin bikevin malên xwe. Yan malan kirê dikin an jî diçin gel nasên xwe dimînin.

Koçberên ji Efrînê yên vegeriyane ji aliyên têkildar dixwazin ku zû pirsgirêka wan çareser bikin û malên wan li wan vegerînin.

(fk/np)

ANHA