Kurdên li Viyanayê 4 pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anîn

Kurdên li paytexta Awistiryayê, Viyanayê, rêberên tevgera azadiyê Elî Hayder Kaytan, Zîlan, Diyar Xerîb û Azad Şergaş bi bîr anîn.

Kurdên li Viyanayê 4 pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anîn
Kurdên li Viyanayê 4 pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anîn
Kurdên li Viyanayê 4 pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anîn
Kurdên li Viyanayê 4 pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anîn
Kurdên li Viyanayê 4 pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anîn
6 tîrmeh, 2026   18:24
NAVEND NÛÇEYAN

Duh, Yekşemê, Kurdên li Viyanayê salvegera şehadeta yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Elî Hader Kaytan, têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinaci), yek ji rêberên tevgera azadiya Kurdistanê, Diyar Xerîb (Helmet Gabar) û têkoşerê enternasyonalîst Azad Şergaş (Thomas Johan Spies) bi bîr anî. Çalakiya bîranînê ku ji hêla Meclîsa Jinan a Avista û Komîteya Malbatên Şehîdan ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate birêvebirin, pêk hat.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Ehmed Zîrek axivî û diyar kir ku fedakariya şehîdan bingeha destkeftiyên doza Kurd de.

Berdevka Meclîsa Jinan a Avista, Nurkan Goliryoz diyar kir ku fedakariya şehîdan bûye egera xurtkirina projeya rizgariya jinan û da zanîn ku destkeftiyên ku hatine bidestxistin, di nav wan de şoreşa jinan a li Rojava, berhema wan fedakariyan in.

Siyasetmedar û rojnamegerê Kurd Binyad Ciziri jî got ku ev 4 şehîd di dîroka têkoşîna Kurdan xwediyê têkoşîneke mezin in û da zanîn kir ku fedakariya wan rê li ber şoreşa Rojava û avakirina civatek demokratîk vekiriye.

Di çalakiyê de her wiha hevalên şervanê enternasyonalîst Azad Şergaş jî axivîn û qonaxên girîng ên jiyana wî ya têkoşînê nirxandin, û her wiha helbestek ku ji bo bîranîna wî hatiye nivîsandin jî hat xwendin.

(k)

ANHA