Netanyahu gef li Lubnanê xwarin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu gef xwar ku Îsraîl "xwe ji operasyoneke bihêztir a li bakur" re amade dike.

Netanyahu gef li Lubnanê xwarin
5 hezîran, 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Şerq El Ewsat, serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di serdana xwe ya li bakurê Îsraîlê de got: "Kî difikire ku me biêşîne û em dê wisa bê deng bimînin, hesabên wan şaş in. Em ji operasyoneke bihêztir a li bakur re amade ne. Çi dibe bila bibe em ê ewlehiyê li bakur vegerînin."

Rojnameya Hearts jî axaftina wezîrê ewlehiya neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben Gvir parve kir ku daxwaz kiriye operasyonên li ser sînorên Lubnanê di bin çavdêriya wî de bin û gotiye: "Heke bihêlin ez berpirsê moşek û balafiran bim, Hizbullah wê demê dê fêm bike bersiva Îsraîlê çi ye. Nikarin beşeke welatê me wêran bikin û hewldana wê wisa bê bersiv bimîne."

Endamê Knessetê yê ji Partiya Hêza Cihûyan Almog Cohen jî got: "Kî li derî bide dê bersivê hilde. We li deriyê me xist. Hûn ê bersivê li herêmê û stasyonên kehrebeyê hildin.”

(şx)