Bi boneya Roja Jîngehê panelek li dar ket

Bi boneya Roja Jîngehê li Hesekê panelek bi dirûşma "Axa me siberoja me ye” hate lidarxisitn. Di panelê de hate destnîşankirin ku divê civak bi saziyên jîngehî re hevgirtî bin.

Bi boneya Roja Jîngehê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Jîngehê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Jîngehê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Jîngehê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Jîngehê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Jîngehê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Jîngehê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Jîngehê panelek li dar ket
Bi boneya Roja Jîngehê panelek li dar ket
5 hezîran, 2024   16:10
HESEKÊ

Desteya Jingehê û Gerînendetiya Jîngehê li Hesekê bi koordîneya Desteya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê, bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê panelek bi dirûşma "Axa me siberoja me ye, em bi hev re gerestêrka xwe vegerînin" li Parka Xwendinê ya li Hesekê li dar xist. 

Şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen, nûnerên Rêveberiya Xweser tev li panelê bûn.

Di panelê de 7 mijarên girêdayî analîzkirina rewşa jîngehê li kantona Cizîrê, zehmetî û çareserî, hişyariya ekolojiyê, tedbîrên jîngehî li hember bandorên qirêjbûnê, qirêjbûna jêderên avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pirsgirêkên hişkbûnê û bandorên wê li ser jîngehê, tenduristî û jîngeh, çanda jîngehê û porjeya sifir gemar, hatin gotûbêjkirin.

Endama rêveberiya Gerînendetiya Jîngehê ya Hesekê Rovend Ebdo, berpirsê Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Jîngehê Mihemed Hisên, gerînendeyê Nivîsgeha Şopandinê û Nirxandina Jîngehî ya Desteya Jîngehê Mûnzûr Silêman, hevserokê Jêderên Avê ya Desteya Çandinî û Aboriyê Mihemed El Eswed, endamê rêveberiya Heyva Sor a Kurd Zana Mûsa û nûnerê Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê Taha Qasim û endama rêveberiya Rêxistina UPP Rewşen Bedirxan, mijarên panelê nirxandin.

Piştî nirxandinên mijarên panelê, beşdaran li ser van pêşnûme û pêşniyaran li hev kir:

- Pêşxistina hişyariya jîgehî û perwerdeya jîngehî di nava metaryalên herêmê de bê xwendin. Rê li ber gazên biqirêj ku dibin sedema germbûna erdê û firehbûna qula Ozonê bê girtin.

- Divê civak bi saizyên jîngehî re hevgirtî be ji bo ku keskahiya li herêmê were zêdekirin, daran werin parastin, hilberandina gemarê û qirêjiyê bên kêmkirin, çanda dabeşkirina gemarê li malê bê belavkirin û enerjiyê ji gemarê yan jî çopê bê derxistin.

- Jêderên xwezayî bi awayekî baş werin bikaranîn û rêgeza geşepêdana domdar ji bo jîngeheke baştir ji nifşên bê re were piraktîkirin.

- Divê ji jêderên enerjiyê yên asayî û hawîrdorê qirêj dike, bê dûrketin û li şûna wê jêderên enerjiya nûjenkirî û dostê jîngehê bê bikaranîn.

(şx)

ANHA