Li Urdunê nêzî 10 milyon hebên hişbir hatin girtin

Desthilata Urdunê 2 hewldanên qaçaxçîtiya narkotîkê têk birin. Li gorî agahiyên rayedaran dane, nêzî 10 milyon hebên hişbir û 143 kîlo heşîş hatine desteserkirin.

Li Urdunê nêzî 10 milyon hebên hişbir hatin girtin
5 hezîran, 2024   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Ewlehiya Giştî ya Urdunê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 hewldanên qaçaxçîtiya nêzî 10 milyon hebên narkotîkê û 143 kîlogram heşîşê têk birine û qaçax girtine.

Li gorî gerînendetiyê, piştî xebatên lêgerîn û şopandinê yên 2 mehan, operasyona li hember qaçaxçiyan li dar xistiye.

(şx)