Netanyahu beşdariya hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red kir

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu careke din got ew beşdarbûna hêzên dewleta Tirk di nava hêzên navneteweyî de ku tê payîn li Şerîda Xezayê werin belavkirin, red kir.

Netanyahu beşdariya hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red kir
3 mijdar, 2025   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftina xwe ya bi serbazên mezin ên rezerv re got ku wê tu hêzên dewleta Tirk li Şerîda Xezayê tune bin.

Ev daxuyaniya Netanyahu piştî rapora rojnameyeke "Tirkiyeyê" ya bi ser hikumetê ve hat kirin. Di raporê de hat gotin ku pêşbîn e di dawiya vê hefteyê de dan û standinên der barê tevlêbûna hêzên Tirkiyeyê li nava hêzên navneteweyî yên ji bo Xezayê, bi dawî bibin.

Li gorî raporê, agahî hene ku dewleta Tirk a dagirker niyet kiriye hêzên xwe di çarçoveya hêzên navneteweyî yên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê de, li Xezayê bi cih bike.

Rojnameya Tirkiyeyê da zanîn ku dibe Tirkiye ji bo misogeriya ewlehiya tîma xwe leşkeran bişîne.

Çavkaniyan jî texmîn kir ku "hêzeke pirneteweyî were avakirin û ji bo Xezayê were şandin û berpirsiyariya ewlehiyê ji bo dewletên weke Misr, Pakistan û Azerbeycanê be, lê wê Tirkiye hin serbazên xwe yên payebilind weke çavdêr bişîne."

Girêdayî wê, wezîrê derve yê Îsraîlê Gideon Saar gotibû ku Îsraîlê dê tenê rê bide welatên "bêalî" ji bo ku di nav hêzên navneteweyî de cih bigirin.

Saar got ku Tirkiyeyê bi serokatiya Erdogan xeteke dijberî Îsraîlê meşand.

(mh/fr)