Nêrgiz Mihemedî: Şer li Îranê bi dawî nebûye!

Xelatgira Nobelê û çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî ragihand ku şer li Îranê bi dawî nebûye, hikûmet li dijî welatiyan şer dike û got: “Helwesta hevbeş ya çalakvanan xwedî hêza guherîna dîrokî ye.”

Nêrgiz Mihemedî: Şer li Îranê bi dawî nebûye!
6 kanûn, 2025   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiya siyasî û çalakvana mafê mirovan a Îranê Nêrgiz Mihemedî têkildarî rewşa welatiyan ya dibin zext û rejîma Îranê de ji Kovara Time re axivî.

Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku şer li Îranê bi dawî nebûye û got: “Hikûmet li dijî welatiyan şer dike. Heta ger bombe nebarîne jî, xelkê welêt aştiya rastîn nabînin. Ji ber ku ew di bin hikûmetekê de dijîn ku hemû aliyên jiyana welatiyan kontrol dike. Aştiya xelkê welat ji ber çavdêriya berdewam, girtinên keyfî, êşkence û gefên berdewam ên tundiyê têk çûye, aştiyek ku ji ber gendelî û rêveberiya xirab hîn bêtir hilweşiyaye.”

Çalakvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî destnîşan kir ku aştî ne tenê nebûna şere, bingeha ku demokrasî, aramî, mezinbûna aborî, guhertina civakî û avakirina civaka sivîl li ser ava dibe ye.

Nêrgiz Mihemedî tekezî kir ku helwesta hevbeş a çalakvanan xwedî hêza afirandina guhertinek dîrokî ye.

Nergîs Mihemedî kiye?

Nergîs Safiye Muhammedî, 21’ê Nîsana 1972’yan li bajarê Zencan ê Îranê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Îmam Huseyîn a Navnetweyî beşa fizîka nukleer xwend. Ji 32 saliya xwe ve dest bi aktivîstiya mafên mirovan kir û bû rojnameger. Di sala 2003’yan de bû yekem jina Îranî û misilman a ku Xelata Aştiyê ya Nobelê girt. Li navenda Parastina Mafên Mirovan a ku Şirîn Ebadî serokatiya wê dikir, bû alîkara serok.

Li dijî sergirtina bi zorê li Îranê bû yek ji pêşengên çalakiyên girseyî. Piştî ku Jîna Emînî ya 22 salî, 16’ê Îlona 2022’yan li Tehranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat kuştin, ji girtîgehê bi nivîsên xwe piştgirî da serhildana ku bi navê “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir.

Nergîs Mihemedî cara yekem 24 sal berê hatibû girtin û dû re di jiyana xwe de13 caran hat girtin. Bi sûcdariya “propagandaya li dijî rejîmê” û “îftiraya li dijî rayedaran” bi giştî 31 sal cezayê girtîgehê û 154 car cezayê qamçiyê lê hat birîn.

Nergîs Mihemedî, ya ku ji deh salan zêdetir di girtîgehê de maye herî dawî ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê hatibû tehliyekirin. Cezayên ku lê hatine birîn bi giştî 36 sal in.