Hikumeta veguhêz rûspiyekî Elewiyan destgîr kir

Hêzên hikumeta veguhêz rûspiyê Elewiyan ê herêma Sehil El Xab destgîr kir.

Hikumeta veguhêz rûspiyekî Elewiyan destgîr kir
6 kanûn, 2025   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz êvara roja pêncşemê rûspiyê Elewiyan ê herêma Sehil El Xab ê gundewarê Hemayê, Îsa El Xêr destgîr kir.

Li gorî SOHR’ê, Îsa El Xêr bêyî ku der barê wî de sûc û biryara girtinê hebin, ji mala wî ya li bajarê Sehleb ê gundewarê Hemayê hat destgîrkirin.

Hate diyarkirin lêpirsîn bi El Xêr hat kirin piştre wî sewqî navenda ewlehiyê ya El Nehil a li herêma Siqlibiyê kir. Hate diyarkirin ku ji wê kêliyê ve agahî ji rûspî Îsa El Xêr  nayên girtin.

Malbata El Xêr banga aşkerakirina aqûbeta wî û serbestberdana wî kir.

(bb)