‘Nenavendîtî rêya parastina mafên hemû pêkhateyan e’

Çalakvan û hiqûqnasan daxwaz kir ku sîstema nenavendî li Sûriyeyê pêk were û destnîşan kir ku tekane rêya parastina mafên hemû pêkhateyên li Sûriyeyê, sîstema nenavendî ye. Her wiha xwestin ku destûreke nû bikare qonaxa veguhêz bi edalet pêk bîne û rê li ber vegera yekdestdarî û zilmê bigire.

‘Nenavendîtî rêya parastina mafên hemû pêkhateyan e’
31 cotmeh, 2025   05:10
HESEKÊ
BILINC HECÎ

Li Sûriyeyê daxwazên derdorên civakî û siyasî yên ji bo pêkanîna sîstema nenavendî di çareseriya aloziya welat de, her ku diçe zêdetir dibe. Sîstema nenavendî ya beşdariya hemû pêkhateyên welat di rêveberiyê de pêk tîne û rêya yekdestdarî û tundiyê bigire, pêwîst dike. Çalakvan û pispor dibêjin di qonaxa heyî de pêwîstî bi dan û stendina giştî, destûreke nû nûnertiya pirrengiya heyî bike û edaleta nîştimanî pêk bîne, heye. Bi rêya veguhertina demokratîk a li ser esasê nenavendîtiyê pêk were.

Der barê mijarê de ajansa me li bajarê Hesekê hevpeyvîn bi çalakvanan re kirin û nêrînên wan ên der barê rewşa heyî ya Sûriyeyê de girtin.

‘NENAVENDÎTÎ RÊYA SÛRIYEYA YEKBÛYÎ YE’

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Mihemed Beşîr têkildarî mijarê diyar kir ku hikumeta heyî tevî sozên sererastkirinê û lidarxistina hilbijartinên nû dide, lê tişta diyar dibe, ji daraza destûrî û civînên li Şamê têne lidarxistin, ew sîstemeke navendî ya hişk pêk tînin. Careke dixwazin li welat yek reng, yek al, yek nerîn û yekdestdarî wekî rêjîma berê. Dixwazin tenê guhetinek biçûk di şekil de pêk bînin.

Mihemed Beşîr di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku rêya çareseriya siyasî û civakî ya mayînde ji welatekî pir netewe û mezheb tê de hene wekî Sûriyeyê ne navendiye û got: “Bi tunekirina pirrengiyê, ferzkirina sîstema navendî wekî berê dê alozî zêdetir bibin. Gelê Sûriyeyê berê ev ezmûn tecrube kiriye. Hilweşîna rejîma berê jî ji ber vê sedemê bû.”

Beşîr da diyarkirin ku li Sûriyeyê ne mimkun e ezmûna berê were zindîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bûyerên li Perava Sûriyeyê, herêmên Durziyan û herêmên din îsbata vê yekê ye. Dermanê çareseriya aloziya Sûriyeyê sîstema nenavendî ye. Mafê hemû pêkhateyan nas bike û her kesî beşdarî kar û barê dewleta yekbûyî bike.”

Mihemed Beşîr di dawiya axaftina xwe de got: “Ên nenavendîtiyê bi parçebûnê ve girê didin, şaş in. Piraniya dewletên pêşketî yên cîhanê bi sîstema nenavendî têne rêvebirin. Di ezmûna wan welatan de diyar dibe sîstema ne navendî aramiya siyasî, aborî û civakî ya mayînde pêk tîne.”

‘SÛRIYEYÊ BI PIRRENGIYA XWE DEWLEMEND E’

Nivîskar Ebdulwehab Pîranî der barê mijarê de destnîşan kir ku bêyî destûreke nû di Sûriyeyê de çi qasî behsa nenavendîtiyê bikin jî kêm dimîne û wiha axivî: “Di sedsala derbasbûyî de desthilatdarên welat bi rê ve birin, sîstema navendî ya hişk esas girtin. Ji ber wê jî jêrzemîna çandî, civakî, aborî û siyasî têk çû.”

Pîranî di berdewama axaftina xwe de pirrengiya li Sûriyeyê bi bîr xist û wiha dewam kir: “Sûriyeyê li ser zemîneke cografî û pirrengiya civakî ya dewlemend hatiye avakirin. Vê pirrengiyê zemîneke bihêz daye civaka wê. Ji ber wê sîstema navendî di vê rewşê de bê guman dê welat ber bi têkçûneke nû ve bibe. Li aliyê din sîstema ne navendî nûnertiya xeta parastina mafê hemû pêhateyan dike û riya aramiya siyasî, civakî û çandî pêk tîne. Sîstema navendî di salên derbasbûyî de xwe spart alavên leşkerî û istexbartî di rêveberiya welat de. Ji ber wê jî Sûriyeyê kiribûn girtîgehek mezin. Sîstema ne navendî riya bi hev bawerî û avakirina aborî û ewlekariyê pêk tîne.”

Pîranî derbarê rewşa ewlehî de nerîna xwe anî ziman û destnîşan kir ku hebûna hêzên herîmî li her deverekê ji şêniyên wê ewlehî û aramiya misoger pêk tîne.

Ebdulwehab Pîranî di dawiya axaftina xwe de jî dubare kir ku ne navendî pijarteya herî guncaw a pêkanîna aramî û ewlehiyê ye û di heman demê de riya misogeriya mafê hemû pêkhateyan e.

Endama Buroya Qanûnî ya Meclisa Civakî ya Ermenan Zeyneb Mihemed bi bîr xist ku sîstema ne navendî pêwistiya dema veguhêz a li Sûriyeyê ye û ev tişt anî ziman: “Gelê Sûriyeyê di bin zulim, zordarî û zordariyê jiyan dikir. Zêdeyî 50 sal in ji hemû mafên xwe yên rewa  bê par hatibû hiştin. Niha dem hatiye sîstemeke nû pêk were û mafê her kesî li wan vegere.”

Zeyneb Mihemed di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka serhildana gel a li Sûriyeyê rêveberiya herêmên xwe dike û gelek fedekarî pêk aniye, ji lewma niha pêwistî pê heye riya çareseriyê be, da ked û tekoşîna gel û şehîdan bertelef neçe.

Zeyneb Mihemed da diyarkirin di vê qonaxê de pêwistî pê heye her kesek dûrî tundî û zordariyê mafê xwe nas bike û bi rûmet bijî.

Zeyneb Mihemed di dawiya axaftina xwe de daraza destûrî ya hikumeta veguhêz daniye, rexne kir û destnîşan kir ku divê destûr zû were guhertin û mafê gelê Kurd û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were naskirin.

(dc)

ANHA