Wêneya Cîhan Bîlgîn; ‘Kenê Serkeftinê’

"Şehîd Cîhan ji bo min çîrokeke serkeftinê ye, lewma min ew wek mijara tabloya xwe hilbijart." Bi van gotinan hunermenda ciwan Ciwana behsa çîroka tabloya xwe kir ku tê de wêneya nûçegihana me şehîd Cîhan Bîlgin xêz kiriye.

Wêneya Cîhan Bîlgîn; ‘Kenê Serkeftinê’
31 cotmeh, 2025   06:15
HELEB
XEYS ŞEMZEDÎN

Jina ciwan a 20 salî Ciwana Osê hestên xwe yên der barê mijarên mirovî û neteweyî de bi rengan tîne ser ziman û dibêje tabloya herî nêzî ruhê wê ye, wêneya şehîd Cîhan Bîlgin e.

Ciwana Osê ya ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê, dibêje: “Şehîd Cîhan ji bo min çîrokeke serkeftinê ye, lewma min ew wek mijara tabloya xwe hilbijart. Ew bêyî dudilî wek rojnamevan tev li berxwedana Bendava Tişrînê bû û bû sembola îradeya jinên azad.”

Ciwanayê got: "Bi rêya vê tabloyê, min xwest kenên Cîhanê xêz bikim û min navê tabloyê kir ‘Kenê Serkeftinê'.”

Ciwanayê wiha dewam kir: "Her çend rewş li Sûriyeyê îro dijwar be jî, Cîhan û jinên mîna wê ku azadiyê dixwazin, derî ji bo jinan vekirine da ku bi xwe bawer bin û cihê xwe di hemû warên wekî çapemenî, huner, çand û leşkerî de bigirin.”

Her wiha Ciwanayê got: "Ez hêvî dikim ku her kes mafên xwe yên rewa bi dest bixe û wekhevî li ser bingeha rêzgirtina hevbeş di navbera zayendan de û di navbera hemû civak û olan de were pêkanîn."

Wek bersiva pirsa ku ger derfeta wê ya hevdîtina bi şehîd Cîhan re hebûya dê çi jê re gotiba, Ciwanayê got: "Ez ê jê re bibêjim ku wê erka xwe kiriye û hîn bêtir û têkoşîna wê bûye egera xurtkirina peyama jinên ciwan ên azad û serbixwe."

Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîgîn di 19`ê Kanûna 2024`an de, dema ku berxwedana bendava Tişrînê dişopand, di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li gel rojnamevan Nazim Daştan şehîd bûbû.

(k)

ANHA