‘Nenavendîtî jiyana hevbeş bi hêz dike’

Siyasetmedaran diyar kir ku pergala nenavendî bingehên jiyana hevbeş û mafên hemû pêkhateyan diparêze.

‘Nenavendîtî jiyana hevbeş bi hêz dike’
26 îlon, 2025   04:20
TEBQA

Siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala nenavendî wek çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê nirxand û da zanîn ku ev pergal pirrengiyê diparêze û mafên ku bi sedan salan hatibûn çewisandin, vedigerîne.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso diyar kir ku têkoşîna pêkhateyên Sûriyeyê ji bo avakirina komareke demokratîk li Sûriyeyê ye ku pêdiviyeke nîştimanî ye. Hiso mezinkirina têkoşîna siyasî ya demokratîk ji bo bidawîkirina êşên Sûriyeyê, ku di serdema Baasê de girantir bûn vegot û wiha domand: "Mercên heyî rewşa Sûriyeyê girêktir dikin. Lewre pêdivî bi guhertinên dîrokî heye ku ber bi avakirina komarek demokratîk ve bibe û bibe sîwana tevahî pêkhateyan, her wiha modeleke demokratîkbûnê pêşkêş bike ku bibe mînek.”

Hiso îşaret pê kir ku tevgera gel a li Rojhilatê Navîn wek reflekseke xwezayî li hemberî pergalên navendî yên ku îradeya gel paşguh kirin û bûn sedema aloziyan derket. Her wiha destnîşan kir ku pergala navendîtî, desthilatê bi kar tîne û pêkhateyên civakê paşguh dike.

Xerîb Hiso diyar kir ku pergala nenavendîtî alternatîfek demokratîk e ku mafan mîsoger dike, tundiyê red dike, destûreke adilane ya temsîla hemû pêkhateyan mîsoger dike saz dike, di heman demê hawirdoreke siyasî ya ewle ya pirreng û adilane ava dike.

Hiso bi bîr xist ku pergala nenavendîtî di qanûnên navneteweyî de hatine destnîşankirin û got, ev pergal maf dide gelan ku şêwazê desthilatê û mekanîzmeya pêkanîna wê bi awayekî azad û bêyî destwerdanên derve diyar bike. Her wiha got, pêkanîna vê pergalê li Sûriyeyê dê mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Beyrem jî anî ziman ku destwerdanên herêmî û navneteweyî yên li ser berjewendiyên bandoreke neyinî li Sûriyeyê kir û got, her aliyek hewl dide li gorî berjewendiyên beşeke teng pergala navendî ferz bike, ev jî li dijî daxwazên sûriyeyiyan e.

Beyrem destnîşan kir ku Sûriye bi pirrengiya pêkhateyên gelê xwe pergaleke nenavendî hewce dike ku mafên tevahî pêkhateyan bi cih bîne û Sûriye vegerîne rola wê ya dîrokî. Beyrem îşaret pê kir ku pergala nenavnedî modela herî guncaw a ji bo rewşa Sûriyeyê û herêmê ye û got: "Ev pergala hêmanên jiyana hevbeş bi hêz dikin, baweriyê ji nû ve dida avakirin û têkiliyên ji hezarên salan ve yên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de sererast dike ku di xweşî û nexweşiyê de parve dikirin."

(bb)

ANHA