‘Divê sûcdar hesab bidin’

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê êrişên li Dêr Hafirê şermezar kirin û got komkujiya ku komên çekdar ên hikumeta veguhêz kiriye sûcekî dermirovî ye û divê sûcdar hesab bidin.

‘Divê sûcdar hesab bidin’
26 îlon, 2025   02:35
REQA
EHMED SEMHAN

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê êrişên ku komên çekdar ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî herêma Dêr Hafirê ya kantona Tebqayê pêk tînin, şermezar kirin.

Ji destpêka Tebaxê heta 23ˊyê Îlona 2025ˊan komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz êriş li dijî Dêr Hafirê û derdora wê ya kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Komên çekdar di êrişên xwe de nuqteyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û malên sivîlan bombebaran kirin, di encamê de gelek kes şehîd bûn.

Girêdayî mijarê endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Alaa El Salih diyar kir ku ev êriş dikevin çarçoveya "hemleya tirsandinê" ku li Sûriyeyê û dijî sivîlan, nemaze jinan, pêk tên.

Alaa destnîşan kir ku komkujiya Um Tînayê ya ku di encamê de 8 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn, ne ya yekemîn e. Ev komkujî bêçaretî û lawaziya hikumeta veguhêz a li hember kontrolkirina komên xwe yên çekdar û rawestandina sûcên dubare nîşan dide.

Alaa El Salih bang li aliyên eleqedar kir ku ji bo parastina sivîl û binesaziyên ji ber bombebaran û topbaranan zirar dîtine destwerdanê bike û diyar kir ku ev komkujî û binpêkirin dikevin xana sûcên şer û dermirovî.

Alaa bi peyamekê xîtabî rêxistinên mirovî kir ku parastina sivîlan bikin, tedbîrên guncaw ji bo sivîlên li Dêr Hafirê yên zirar ji ber êrişan dîtine peyda bikin, alîkariyên guncaw ji wan re pêşkêş bikin û van êrişan rawestînin.

Dûre endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Huda El Rehal diyar kir ku ev ne komkujiya yekemîn e li dijî xelkê Dêr Hafirê tê kirin. Nûr El Huda ev êriş şermezar kir, daxwaza rawestandina êrişan û hesabxwestinê ji sûcdaran kir.

Li aliyekî din jî endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Betûl El Derwêş diyar kir ku kombûnê komkujiyên li dijî sivîlan şermezar kirin û ji hikumeta veguhêz re got van dawî li van sûcan bîne û anî ziman ku: "Piştî hilweşîna rejîma Esed komkujiyên li dijî jin, zarok û temenmezinan zêde bûn.”

Betûlê destnîşan kir ku ev komkujî bi deng û wêne hatine belgekirin û hat gotin ku divê çareseriyên lezgîn werin dîtin û sînorek ji van binpêkirinan re bê danîn, nexasim li hundirê Sûriyeyê berfireh bûne. Bi hevrûkirina herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de herêmên Rêveberiya Xweser ewle û aramtir in."

(fr)

ANHA